
Êrîşek li ser leşkerên Iraqê: 3 leşker mirin
Îro, 06.08.2020an li bajarê Iraqê Salahaddîna Iraqê êrîşek li leşkerên Iraqê hatîye kirin û di dawîya êrîşê de 3 leşker mirine 2 leşker jî birîndar bûne.
A+A-
Li gorî agahîyan îro, êrîşek li ser hin leşkerên girêdayê Odeya Operasyonan a Salahaddînê ji alîyê DAÎŞê hatîye kirin.
Di encama êrîşê de 3 leşker mirine, 2 jî birindar bûne.
Êrîş piştî bombe barandina li Çîyayê Hemrînê ku ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî hatibû kirin û di encama bombe barenê de 4 endamên DAÎŞê hatibûn kuştin.
DAÎŞ li Iraqê hêj car caran çalakîyên bi vî rengî pêk tîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin