Êrişî Qada Gazê ya Kormorê hat kirin
.
Êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Qada Gazê ya Kormorê vê êvarê bû armanca êrişa dronan.
Qeymeqamê Çemçemalê Remek Remezan ji Rudawê re eşkere kir ku êrîş beriya demekê pêk hatiye û ew nizanin êriş bi mûşekan an jî bi dronan bûye.
Li aliyê din şahidekî ji Qada Gazê ya Kormorê jRudawê re got, “Li cihê êrişê dûmaneke reş bilind bû."
Endamekî ji tîmên ewlehiyê yên yên Qada Gazê ya Kormorê ji Rudawê re got:
"Tîmên ewlehiyê hewl didin ku karmendan dûr bixin û biparêzin."
Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê jî li ser êriş daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê got:
“Bi dron êrişî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin
Îro saet 7:05 êvarî, bi dronan êrişî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin lê ti zerer negihişt kêlgehê û kompanyaya gaz û avadaniyên wê.
Hilberîna gazê li Kêlgeha Kormorê asayî ye û di veguhastina gazê ji bo stasyonên elektrîkê de ti pirsgirêk derneketiye.
Li ser zererên êrişê nirxandin tê kirin.”
"Milîsan êriş kiriye"
Li aliyê din Birêvebiriya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.
Dijeterora Kurdisanê da zanîn ku êriş ji herêma Beşîrê hatiye kirin û milîsan ew êriş kiriye.
Li gorî daxuyaniyê ji ber êrişê ziyanên canî û madî çênebûne û kêlgeh û Kompanyaya Dana Gaz bi temamî tê parastin.
Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi hûrgilî lêkolîna vê binpêkirinê dikin û her agahiyeke nû ya di vî warî de dê were ragihandin.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextiyar ji çend kesên di nav kêlgehê de wergirtine, bûyer piştî bûyerê dengekî gelekî bihêz hatiye bihîstin.
Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku biryar hatiye dayîn ku çûn û hatin ji bo nav kêlgehê were qedexekirin.
Qada Gazê ya Komorê li bajarokê Qedir Kerem a Çemçemalê ye û girêdayî parêzgeha Silêmaniyê ye.
Kompanya Dana Gaz û Nefta Hîlalî ya Îmaratî tê de hilberîna gazê dikin.
Kêlgeh yek ji herêmên dewlemend ên çavkaniyên xwezayî ye û bi taybetî gaz ji kêlgehê tê hilberîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin