Ermenistan konsolxaneyê li Herêma Kurdistanê vedike
Îro roja çarşemê 09.09.2020an Parêzgarê Hewlêrê Dr. Ferset Sofî pêşwaziya Konsolê Ermenistanê li Iraqê Hîratîçiya Poladyan kir û biryare di demeke nêzîk de Ermenistan li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê konsolxaneyê veke.
A+A-
Ligor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê di civîna Dr. Ferset Sofî û Hîratîçiya Poladyan de peywendî û dostayetiya dîrokî ya navbera Erministan û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêztiririna peywendiyên Hewlêr û Erîwanê hatiye kirin û zêdetirkirina peywendiyên bazirganî û pîşesazî û geştiyarî hatine gotûbêjkirin.
Herwiha Dr. Firset Sofî ragihandiye nûçeya vekirina Konsolxaneya Giştî ya Ermenistanê li Hewlêrê me kêfxweş kiriye û weke îdareya parêzgariya Hewlêrê çi asankarî û hevkarî û hemehengî ji destê wan be wê wê bikin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin