Ermenistan: Tirkiye bi leşker û balafirên F-16 yan alîkarî dide Azerbeycanê
Ermenistan: Tirkiye bi leşker û balafirên F-16 yan alîkarî dide Azerbeycanê
Serokê dewleta Ermenistanê Armen Sarkisyan bi rêya video-konferansê tevlî destpêka forma navdewletî ya ku bi NATO re têkirin ya bi navê CYBERSEC 2020 bû û di konferansê de ragihand ku Tirkiyê li Qerebaxê, bo Azerbeycanê alîkariya leşker, balafirên şer yên F-16 û şêwirmendên xwe ve, alîkariyê dike. Sarkisyan weha got:
“Endamê NATO yê Tirkiye bi Azerbeycanê re bi balafirên bêmirov, êrîşên sîberî, şêwrimend, leşker û hetta bi balafirên F-16 yan alîkariya bi temamî dike.”
Sarkisyan got ku krîza Qerebaxê mirov dikare di rêya diyalogê de çareser bike û weha dewam kir:
“Platforma Minskê ya Rêxistina Ewlehiyê û Hevkariyê ya Awrûpayê heye ku Rûsya, Amerîka û Fransa tevlî dibin. Divê em dagerin diyalogê.”
Li ser vê gotina Ermensitanê, wezîrê karên derve yê Azerbeycanê Ceyhun Bayramov got ku Tirkiyê mudaxele bi mesela Qerebaxê nekiriye. Bayramov peyamekî daye Sputnikê û weha gotiye:
“Tirkiye hîç mudaxele nekiriye. Eger em behsa hevkariya teknîkî-leşkerî ya navbera Tirkiyê û Azerbeycanê bikin, Azerbeycan bi gelek dewletan re hevkariyê dike. Sîlihên destê Azerbeycanê piraniya wan malê Rûsyaye.”
Li ser mijara ku Azerbeycan leşkerên bi pere bikartîne de Bayramov weha got:
“Gotinên Ermenistanê bê esl û bê binyadin. Em dizanin ku konsolosê Ermenistanê yê Iraq û Idlibê bo leşkerên bi pere bikşînin aliyê xwe (aliyê Ermenan), xebatekî zêde dikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin