ESAD: Bila hêzên biyanî destwerdaniyê nekin!
Îro, Lûtkeya Soçiyê ku li ser çareseriya pirsgirêkên Sûrî ku babeta herî girîng beşdarîbûna kurdan a li maseya çareseriyê ye destpê dike. Serokê Sûriyê Beşar Esad, bi awayekî derasayî çûbû Soçiyê û rahigandiye ku bila hêzên biyanî destwerdaniyê nekin.
Berî ku Lûtkeya Soçiyê ku bi beşdarbûna Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Dewleta Îranê Hasan Rûhanî û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin îro dê were lidarxistin, pêr Serokê Sûriyê Beşar Esad bi awayekî derasayî çûbû Soçiyê û digel Putin civiyabû.
Peyamnêrê Rûdawê Kamîz Şedadî, li Soçiyê ragihand ku Esad gotiye, tevahiyan amadekariyên ji bo lûtkeyê temam bûne.
Her wiha di hevdîtina Beşar Esed û Vladimir Pûtin de peyama Esed a “ew ji Rûsyayê li benda alîkarîyê ne ku hêzên bîyanî di pirsa çareserîyê de destwerdanîyê nekin” gelekî bala medyayê kişandiye.
Li medyaya Emerîka ev gotina Esed ji hev cuda şîrove kiriye û li gorî beşeke medyayê qesta Esed Tirkiye ye û li gorî beşeke din jî Amerîka ye.
Heke ev gotina ha li ser Tirkiyê hatibe gotin, dê çarenûsa Efrînê diyar bike ku Tirkiye dê nikaribe destdirêjî Efrîn û Rojavayê Kurdistanê bike. Wekî tê zanîn ji xeynî Îdlibê hêzên leşkerî yên tirkan li derûdora Cerablûsê jî hene û van rojên dawîn Tirkiye bi topên hawanan êrîşî kurdan dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin