Esed: Rêkeftina Îdlibê demkî ye

Esed: Rêkeftina Îdlibê demkî ye

Serokê Sûriyê Beşar Esed di civîna Komîteya Navendî ya Partiya Be'is de ragihand, ku rêkeftina Idlibê demkî ye û di çarçoveya wê de, wan destkeftên baş li ser erdê bidest xistiye.

A+A-

Esed got ku ne tenê Parêzgeha Idlibê, lê ew ê tevahiya axa di destê terorîstan de maye vegerînin bin desthilata Hikûmetê.

Tevî ku berî niha, li ser hin xalan derbarê rêketina Idlibê di nav Rûsya û Tirkiyê de çêbûbûn, lê niha serokê Sûriyê dide xuyakirin ku ew rêkeftin di berjewendiya welatê wî de ye û biryar e 15ê vê mehê rêketina Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, derbarê avakirina devereke bêçek li Parêzgeha Idlibê bikeve warê bicîkirinê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin