Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
.
Eskerên duh li çoltarên navçeya Liceyê ya Amedê derketin operasyonê 13 welatî binçavkirin.
Eskerên ku duh serê sibê li gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeynî yên navçeya Liceya Amedê derketin operasyonê, bi ser gelek gundan de girt. Operasyona eskerî ku balafir û helîkopteran jî piştgirî da, keyayê gund jî di navde 13 welatî binçav kirin. Di serdegirtina gund û malan de keyayê Gundê Melê Mekin Yalçin û ji gundê Duzeynî kalê 74 salî Ramazan Aslan jî di navde 13 welatî binçav kirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Liceyê. Hat diyarkirin ku piştî lêpirsinê ew sewqî Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê bike. Ji ber der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye girtin, der barê sedema binçavkirina wan de agahî nehat bi destxistin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin