Eskeran sewal jî gulebaran kirin

Eskeran sewal jî gulebaran kirin

Li gundê Hindêsê ya girêdayî Farqînê eskeran bi ser malan de girt, welatîyan kelemçekirin û îşkence li wan kirin. Di operasyonê de bi helîkoptêrê sewalên gundîyan hatin gulebarankirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Operasyona eskerî ya duh li çargoşeya navçeyên Licê, Hezro, Farqîn û Pasûrê yên Amedê hatibû destpêkirin êvarê bi dawî bû. Di operasyona li herêma gundên Godernê, Şêlima û Malê Çalê de şer derketibû. Berîya şer derkeve eskeran bi ser gundê Hindisê ya girêdayî Farqînê de girtine û eskeran avêtîye ser malan. Hat zanîn ku eskeran şênîyên gund kelemçe kirine û îşkence li wan kirine. Gundîyan got eskeran ji wan re gotîye “Hûnê ji cihê ‘terorîsan’ ji me re bêjin.” 

 

SEWALAN GULEBARAN KIRINE   

 

Gundîyan ragihand ku di tevahîya operasyonê de eskeran nehiştîye welatî ji malên xwe derkevin û ji helîkoptêrê sewalên gundîyan hatine gulebarankirin. Gundîyan dîyar kir ku di encama gulebaranê de dewarek mirîye û 6 dewar jî bi giranî birîndar bûne. Gundîyan da zanîn ku wan 5 dewarên birîndar bûne serşêje kirine û gelek sewalên gundîyan jî winda bûne. Gundîyan got ji ber metirsîya operasyonê ew nikarin biçin li sewalên xwe yên windayî bigerin. 

 MA

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin