Evdirehmanê Gundikî : Kurte Çavdeêrîyek li ser rewş û xebata neteweyê Kurd
.
Ez dê bixwazim hinekê balê bikêşîm li ser hinekê ji serhatîyên, miletê kurd û xebata me ya sîyasî ya dihû, îro û beyanî jî! Dema em bala xwe bidîn li ser rewşa miletê kurd û Kurdistanê û bi serhatîyên miletê kurd yên mêjûyî û roja îro jî. Em dê pêwîstîyê pêbînin ku em miletê kurd û sîyasetmedarên xwe ve, rewşa xwe li ber çavan re derbaz bikîn. Da ku em bikarîn, paşerojeka bextewarîyê ji nifşên xwe yên piştî me bihên re, avabikîn.
Baş aşkereyî dîyardibe ku welatê me Kurdistan; di mêjûyê de birîyê cihê hêriş û meydana hêrişkarên ji alîyê rojhilat û rojava û zordarên herêma rojhilata nêvê ve jî. Miletê kurd karîye xwe li miqabilê van hêrişkarîyan ragire û ax û welatê xwe li cihde nehêle. Miletê kurd ji bona azadîya welatê xwe ji hezar salan zêdetir e, yê li ber xwe dide. Ev nîşanên esilzadetîya miletê kurd de ku bi tevlî van zor û zehmetîyan jî; karîye, radestî ti quwetên zordar jî nebe.
Em dê bihên, li ser vê sedsala piştî peymana Lozanê û hirve, rawestîn. Bi aşkereyî dîyardibe ku peymana Lozanê peymaneka bi gorayî berjewendîyên, zirhêz û bidesthilatdarîyên, wê demê bû. Wan bi gorayî mesleheta xwe kêm neteweyên herêma rojhilata nêvê, kirin qurbana xwirtên herêmê. Wan bi gorayî mesleheta xwe; li ser ji bermayîyên Oamanîyan çend dewlêtên nijad perest avakirin. Tevlî miletê kurd, miletekî, herêmê yê kevintir û xwe cihê herêmê bû jî. Ji alîyên desthilatdarên wê demê ve; li şûna miletê kurd ji du perçebûyinê bihê rêzgarkirin, miletê kurd û Kurdistan kirin çar kert (parçe). Ji dema piştî peymana Lozanê û heta roja îro; miletê kurd yê di miqabilê vê zilmê de li berxwedayinên neteweyî dide. Wekî dixwehî di demên guhertinên nêv neteweyî de, keysdarî dikevin di destên maf jê hatîn standîyan de. Şansê me miletê kurd di wê dema bûrî de yawer neçû.
Evenî ji sihsalan zêdetire ku şanseka (defaqtu) ya hatî li berderîyê me miletê kurd rawestayî. pêwîstîya me li ders werkirtinaka mêjûyî ya heyî. Pêwîstî pêheyîye ku em bi şarzayî vê keysa roja îro ketî di destên me de, baş karbînîn. Divê em li pêşîyê de bala xwe bidîn li ser rewşa xwe ya sîyasî û civatî jî. Sîyaset hunereka rêberîya civatê û têkilîyên nêvneteweyî û li hevragirtina keys û mercan e. Pêwîstî pêheyîye ku em bibalkêşî, berê xwe bidîn rewşa mesleheta vê Cîhanê û dewletên mixabatên pirsa kurd û Kurdistanê ne jî. Gelo; ka astengên li pêşya me çine û em dê bi kîjan şêweyên xebatê ve lê bigerîn ku dersan ji mêjûya xwe bigirîn û vê keysa hatî û li ber derizînega derîyê me rawesta, çawe û bikîjan hevdengîyê ve û bi aqilane, karbînîn?
Çar astengên giring yên li pêşîya me heyîn û divê ji bo me bihên zelelkirin. Asêgeha pêşîyê, dagirkerên Kurdistanê ne; ew me û welatê me neheyî, dihesibînin. Nexşeya me ya erdnîgarîyê ya ketî dinêva axa çardagirkeran de û rêngê me û wan ji hevdû ne zêde cida ne. Dîn û meshebên me jî bitêkilî hevin. Ew xwirtin û em lawazîn; ji alîyê mesleheta civatî û berjewendîyên mesleheta nêvneteweyî de jî destên wan ji yê me xwirtir e. Belê tevlî vê çendê jî nayê wê wateyê, em dê nekarîn mafên xwe yên neteweyî bidest xwe ve bînîn! Di vê pirsê de divê em rêyeka neguhêr, pêşkêşî civata xwe ya neteweyê kurd û Kurdistanî parêzan bikîn. Em bêjîn, em, em în û ew jî ew in, ne em dibîn ew, ne jî ew dibin em. Pêwîstî pêheyîye ku hemî kurd vê şîarê ji xwe re bike bibîranîneka rojan e û bêje ez ez im û ew jî ew in. Astengeka dî jî xala dîplasasîya bi gel zirhêzên Cîhanê û mesleheta wan û dagirkerên Kurdistanê ye. Pêwîstî pêheyîye ku sîyaset medarên me bi şarzayî bizanin mesleheta me û hikimdarên vê Cîhanê li hevdu ragirin û bala quwetên bidesthilatdarên vê Cîhanê bikêşin li ser rewşa mesleheta me û ya wan jî. Gelo, Ka em dê birêya kîjan meslehetan re bala van quwetên rêveberîyê ji vê Cîhanê re dikin bikêşîn li ser mesleheta xwe û ya wan jî. Ev jî erkên sîyasetmedarên me yên Kurdistanî ne. Ev astengên henê astengên bigiştî û ne li hemdê me, avabûyîne.
Astenga, sêyê jî astenga herê zehmet û asêye. Ev astenga nezelalîya sîyaset û têgiheşta me ya bi nêvxweyîya, miletê kurd de ye. Ev, astenga sêyê di destê me de ye û divê ji alîyê me ve bihê çareserkirin. Ev jî erkê sîyasetmedarên me yên bi neteweyî ne. Pêdivîtî, pêheyîye ku em miletê kurd û hêzên xwe yên sîyasî ve bizelalî van herdu têgiheştên li sernavê me kardikin û bi gelekê ji hevdu cidan e, nasbikîn.
Sedemên ev herdu têgiheşt ji alîyê miletê kurd ve nayên naskirin; ev e ku herdu alî jî bi navê çareserkirina pirsa miletê kurd xwe didin pêş û di xwazin piştgirîyê ji miletê kurd bistînin. Ev de bi xwe re nezelîyeka sîyasî, ditîne. Divê rewşa van herdu têgihêştên bi gelekê ji hevdu dûrîn ji bona miletê kurd bihên zelal kirin.
Rêyeka ji van rêyan e dibêje, dema avakirina dewletên neteweyî derbaz birîye û pêwîstî pê navê miletê kurd daxwaza dewleteka neteweyî bike. Herwiha jî ew têgiheşt mîsala van dewletên dagirkerên Kurdistanê yên nijat parêz û li ser înkara miletê kurd û kêm neteweyên Kurdistanê avabirîne; wekî mînak pêşkêşî civata kurd dikin. Ev têgiheşt dibêje em dê demukirasîyê bînin û di nêva van dewletên nijad peres de bidîn cihkirin û bibîn şirîkê wan yên bê maf û dûr ji çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê. Herwiha jî ev têgiheşt, hemî sîmgeyên dagirkeran yên xwe, dizan e. Ev têgiheşta dijî miletê kurd û li ser navê miletê kurd hatî avakirin; bi hemî kiryar û gotinên xwe ve dijîtîyê bi destketîyên miletê kurd û Kurdistanê re dike. Pir aşkereye ku ev têgiheşt dê piştgirîyê ji dagirkerên Kurdistanê bigire û bihê xwirt kirin jî. Pêwîstî pêheyîye ku ev têgiheşta, pirsa mafê miletê kurd û Kurdistanê û mafê cidaxwazîyê ji serdestên Kurdistanê dixwezin û yên dixwazin di binsiha dagirkarîyê de bimînin; ji hevdu bihên cidakirin. Ev jî erkê rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdistanî ne.Zelalbûyina van herdu têgiheştên bigelekê ji hevdu dûrin ji bo me zelabibin; dê bihê wê weteyê, em dê vê kesa hatî li berderîyê me rawestayî, bibaşî karbînîn.
Ev rêya doza cida xwazîyê ji dagirkeran dixwez e, rêya daxwazên miletê kurd ya resene. Divê hemî Kurdistanîyên, bimêtina şîrê kurde dayîka xwe serbilindin; şêweyekê ji şêweyên xebata xwe ve beşdarîyê bi gel vê têgiheşta mafê miletê kurd û Kurdistanê diparêze, bikin. Nezelalîya di nêva vê têgiheşta neteweyî de jî ev e ku li ser şêweyên daxawazên xwe yên li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê bi hişkî radiwestin. Ev hişkîya vê pirsê ya an reş e, an jî spîye ji bona bi hevre karkirinan, astengeka bê wateye. Divê em bizanîn ku pirsa me miletê kurd pirseka neteweyî ye, ev pirs dê bi quweta vî neteweyî bihê çareserkirin. Em miletê kurd jî wekî hemî miletên vê Cîhanê xwidanên meslehet û têgiheştên cida ne û dê têgiheştên me yên sîyasî jî ji hevdu cidabin.
Belê ya ji bo me, bingehîya vê pirsê ye, ev e ku em bi tev de bêjîn, ez kurdim, welatê min Kurdistan e, mafê min e ku ez bi destên xwe rêberîya welatê xwe bikim. Divê em vê gotinê bi hevdu re bipejirînîn. Kîjan têgiheşta sîyasî, civatî û kesatî jî van gotinên li jorê bêjin û xwidantîya xwe li mafên miletê kurd û li sîmge û mêjûya kurd û Kurdistanê, bikin; mafê wan e ku biazadane li ser têgiheşta xwe sîyasetê bikin û dinêfa hevalbendîya neteweyî de cihbigirin. Divê em rêzê ji stirhanbijekê û hita bigihîje serxwebûn xwazekê, bigirîn û em bi hev re ji bona çareserkirina mafê miletê kurd û Kurdistanê, bixebitîn. Divê bihê zanîn, ev rê rêyeka dibêje: An Kurd an jî nemanê ye. Serok Mistefa Barzanîyê nemir, hita dûmahîya temenê xwe jî ji vê şîarê pêwpaş nebû.
Ji kerema xebatkarên Kurdistanê re, em dê bibalkêşî çavgerîyakê li ser rewşa xwe ya vêdema nêzik de bikîn. Em dê balê bikêşîn li ser rewşa başûrê Kurdistanê. Piştî xebata bi çekdarîya şoreşa îlona pîroz, bi dayina gelek bedelan ve miletê kurd, giheşt dewra otonomîyê li dewleta Iraqê bide pejirandin, divê em li bîra xwe bînîn. Gelo, ka em çawe giheştîn, qonqxa vê serdema li başûrê Kurdistanê sîstema Federal hatî ye avakirin? Herwiha jî bi pêşnîyarîya Serok Mesud Barzanî ya ji bo rapirsîyarîya referandomê ya ji miletê kurd hatî pirsîn; çawe, giheşt vê pileya serxwebûn xwazîyê? Divê em ji bîrnekîn ku em bi kîjan bedelan ve giheştîn vê qonaxê!
Em bi tev de dizanîn, jehre baran kirina Helpçeyê û binaxkirina, bised û heştî û duhezaran ji miletê kurd hatin enfalkirin; lê dengê vê bûyarî negiheşt vê Cîhana moderin. Belê dema quwetên Sedamî hêrişî Kuweytê kirin; dengê wê li hemî Cîhanê veda û Emerika û hevpeymanên xwe ve hêrişî sedamî kirin û keysaka watedar ked bisetên miletê kurd de û miletê kurd yê giheştî vê pileya bikare doza serxebûna Kurdistanê bike. Gelo ev rewş dê ji bo me sîyasetmedar û miletê kurd re nebe dersdarîyeka mêjûyî û bi hevgirtineka yekdengîya neteweyî? Gelo ma pêwîstî pênavê ku em bêjîn em dê bi vî halê xwe yê bêser û berîyan ve, çawe bikarîn ji bin vî bara hin de giran ve rabîn?
Rêberîya sîyasî hunermedîyeka pêwîstî li sed reng û dengan heyîye û biteybetî hurmendîya azadkirina pirsa neteweyî pêwîstî li hezaran şêweyên xebatê heyîye. Pirsa me miletê kurd û Kurdistanê ji van pirsan bi tevan jî girantire. Piştî bisedsalîya peymana Lozanê û hirve ye; lêvekirineka hêrêmî ya ji bona bisedsaleka dî ya hatî û li berderîyê miletê kurd birî mêvan. Gelo, hegî em vê keysê jî ji dest bidîn der dê gazindên me jikê be? Ma qey em dê bicareka dî jî bav û kalên xwe binaskar bikîn!
Evdirehmanê Gundikî 29.01.2023
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin