Evin Incir bû Parlamentera Yekitiya Ewropayê
Yekem keça kurd ji Swêdê derbasî parlemana YE dibe
Doh roja yekșemê encamên destpêkî yên hilbijartina Yekîtiya Ewropayê diyar bûn. Di nav encaman de Partiya Sosyaldemokratan pênc kursî wergirtin ku yek ji wan ji keça kurd Evin Incir (Evîn Încîr) re ye. Incir dibêje pirsa mafê mirovan û demokrasiyê ji wê re pirsên herî giring in.
Di rojeva wê ya siyasî de pirsa kurdan jî heye. Incir dibêje niyeta wê heye ku di parlemana YE de komîteyeke taybetî ji bo pirsa kurdî ava bike.
Evîn di hevpeyvîna xwe ya bi Radyoya Swêdê a beşê kurdî re dibêje ew ji encama hilbijartinê gelekî kêfxweş e û spasî wan kesên ku di kampanya wê de alîkariya wê kirine dike.
Evîn Încîr dibêje ew ê di Parlamentoyê de girinyiyeke pirr mezin bide pirsa kurdî û her weha rewşa çar perçên Kurdîstanê jî dê bîne rojeva Parlamentoyê.
SR
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin