Evîna Hemê Şivan û Zeynê: 3
Diyar Budak
Hemê li Zeynê vegerîya û got:
-Zeynê canê, tu gula welatê minî. Tu di her gotinên xwe da mafdarî. Lakîn wîjdana min jî wer wîjdan e ku, ez du heqaretan pîkî mala bavê te nakim. Ew ku cinsê mêrên camêr bellî nabî. Bi emrê Xwedê dilê min ketîye te. Lê ew te nadin min. Ezê destê te bigrim û te tenê birevînim. Heger li kehêlê wan sîwarbim û bibim, ew jî bêvîjdanî ye û ji şanê mêran ra şermekî giran e.
Zeynê got:
-Temam, gotinên te rast in Hemo, bes tu nikarî me ji dest birayên min xilas bikî.
Hemo got:
-Qayt meke, ew li ser erdê xwe da mêr in. Li deştê her kes lawê bawê xwe ye..
Zeynê got:
-Hemo tu dizanî ez bi te ra me û daxîlê te, Hemê Şivan im.
Kûçikên gundê Budan diewitîn. Roj hin ronî nebibû. Çav çavan nedidît. Hem û Zeyn, her du rabûn û bi lez daketin jer. Çûn hesp kişandin der, lê sîwarbûn û bi rewanî ji gundê mala bavê Zeynê dûrketin.
Serê sibê zu seyis ji xew hişyar bû. Hewl da xwe ku rabe û here alif bide hespan. Dît ku cotek hesp di cîhê xwe da kêm in. Di cîh da vegerîya, berê xwe da oda Zeynê û ji axur derket, mêze kir ku Zeyn jî li oda xwa nîne. Di oda Zeynê da hertim çar qendil dişewitîn. Ji êvarê da heta sibê xewra nediçûn. Seyîs li Hemo bang kir, ji wî jî bersîv negirt. Şik û şûpheyek mezin seyîs girt. Seyîs şûnda vegerîya, bang li birayên Zeynê kir û got:
Axano dile min jan e, rabin şik giran e
Qendîl di oda Zeynê da bûye xizan e
Hemê şivan revandîye xwenga we hersê biran e
Rabin hazirîya xwe bikin bi şûr û mertalan e
Milanikî derxinin, li meydan e
Dernexîn ezê navê we bikim serpetçîyê nav gundan e
De rabin axano, hûn çi qerarî bigrin seyis ji we ra qurban e
Hûn heyfa xwe megrin, rezîl dibin li nav Kurdan û Filan e
Ji sê birayan birayê piçûk, Xaldûn, bang li jina xwe Gulcîhanê kir û jê ra got:
Gula min, Zeyn li oda te ye yan na?
Gulcîhanê bersiva Xaldûn da û got:
Na, ne li cem min ne. Ez nizanim li kuderê ye.
Xalîdûn careke din bang li jina xwe kir û got:
Ay lê, ay lê, ay lê, ay lê Gulcîhan e
Dilê min dieşe, pir bi êş û jan e
Destê xwe bavê, soranîyê ji min ra dayne
Soranîkî lêbixînim û bavêjim erdan e
Seyîs li serê me çêkirîye dafik û plan e..
Loma dengê wi yê pîs tê guhan e
Tu car tune bextê fizûl û fesadan e
Birayê Zeynê nav Xaldûn e
Qayt oda Zeynê kir, Zeyn tune
Li oda Hemê mêze kir Hem tune
Vegerîya axur qayt kir cotek kehêl tune
Xeldûn derket derva, bang li herdu birayên xwe yên mezin kir û ji wan ra got:
-Werin, malxirabino hela ji cîhê xwe rabin û werin. Hemê Şivan xwîşka me, Zeyn, tevî herdu kehêlên me revandîye.
Bi bangkirina Xeldûn ra hemû malbat lihev civîyan. Dûra birayê mezin Zinar, Reşo û Xaldun kişîyan kuncikekî û li hev kombûn.
Zinar:
-Bûyerek gelek xirab hatîye serê me. Lazim e, em vê yekê çareser bikin. Ew bênamus li ber derê me şivanek bû. Wi em di nav kom û eşîran da rezîl kirin. Fel û fûtên wi karekî ji karên ne mirovan e. Zilameke bêbext e. Lazime em xwe bighînîn wî û cezayekî mezin bidinê. Ew teresê şivan heft salan di mala me da ma. Rojekî me ji wî nepirsî. Tu kî yî û ji çi eslî yî? Cih û mekanê te kuderê ye? Û tu li kîjan bajarî jidayik bû yî?
Birayê piçûk, Xaldûn:
-Rojekî ez û wî, em bi hev ra derketin nêçîrê. Em dûr û dirê bi hev ra xifîn. Me qala zarokatîya xwe ji hev ra kir. Pirs hat ser zarokatîya wî, wê gavê ji min ra got; “ezatîya min Gimgim e, Muxtariya min jî Dêrsim e.“
Hemû zanîna min a di derbarê Hemê da ev e. Em nuha çi bikin? Rastî ev bêbextîya Hemo me gelek diêşîne. Lazime em ji zû va xwe biginîn Hemo, wi bigirin bi destê xwe cezayê wî bidine.
Zinar:
-Ez û Reşo ber hêla Dilî Begê, di ser deşta Gevran ra herin. Yan jî hun herdu bira dixwazin bi hevra biçin? Ez jî tenê, li ser hêla Gimgimê ra biçim. Hun çawa dixwazim em wer bikin?
Xeldûn herdu birayên xwe yên mezin iqna kirin ku ew herdu bi hev ra herin.
Zinar vegerîya ser herdu birayên xwe û got:
-Birayê meyê piçûk pir jixwe bawer e, em wî di ser Erzurumê ra, di pîyê Gêxîyê ra bişinîn. Em herdu bira jî di ser Deşta Gewran, pîye qonaxa Dilî Begê ra biçin. Dili Beg merivekî pirr giran, insanekî zana û xwedî xatir e.
Her sê biran bi danê sibê ra helali ji hev xwestin û dest bi hazirîya xwe kirin. Her yekî şûr û mertalê xwe girtin û ketin dû Hemê Şivan û Zeynê. Ew derketin ser rîya xwe û xwestin di demekî kin da xwe bigînîn wan.
Bila ew rîya xweda biçin. Em vegerin ser Hemê û Zeynê. Hemê, Zeynê bir kuderê û gelo rêwitîya wan çawa diçe, nuha li wan binêrin…
…didome…
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin