”Ewê destûr nedin ku di sînorê wan de dewlet ava bibin”
Ev ne cara yekem e ku serokkomar, serokwezîr û rayadarên dewlet û hukimeta tirk beyanên wiha çavsorî û tehdîdwarî li dijî Kurdan didin.
A+A-
Piştî nimêja Inîyê Serokwezîrê Tirk Binali Yildirim di daxuyanîyekê çapemenîyê de ragahandîye; ”ew tu carî musameha nekin û destûr nedin ku li Iraqê û li Sûrîyeyê dewleteka çêkirî(sûnî) bihê avakirin. Di vî warî de ew bi dewletên mihatab re hevdîtin dikin; di kîjan şertan de dibe bila bibe ku li hember menfeatê wan yên milî, li hember hikumranîya wan û ewleyîya wan rûdanek biqewime ew ê bê teredûd li dij derkevin.”
Ev ne cara yekem e ku serokkomar, serokwezîr û rayadarên dewlet û hukimeta tirk beyanên wiha çavsorî û tehdîdwarî li dijî Kurdan didin. Lê êdî tîr ji kevanê derketîye; him li başûr û him jî rojavayê Kurdistanê konjuktur minasib e ku Kurd li ser axa xwe qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin!
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin