
Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
.
Ziryan Rojhilatî
Berî çend rojan, min guh da ciwanekî 28 salî yê Alman ku bi germî qala wê yekê dikir ku êdî dema wê yekê hatiye ku Ewropa xwedî artêşeke taybet bi xwe be. Li 50 salên bê yên ewlehiya Ewropa û dinyayê difikirî. Digot ez berê leşker bûm û niha jî di nav siyasetê de me, endamê Parlamentoya Ewropayê bû.
Em mêvanên Tora Medyayî ya Rûdawê bûn. Wekî hinek ji vî nifşê nû yê rojnamegerên me şanazî bi wê yekê dikir ku şopînerên wî ji milyonî wêdetir in lê ew realîst bû, dizanîbû ku ev yek nayê wê wateyê ku hemû xelk alîgirên wî ne. Digot ez hê di destpêkê de me û tenê ji bo min û partiya me ya biçûk jî baş e ku em ji niha ve li mijarên dirêjdem bifikirin.
Dixwest zanibe çarenivîsa dinyayê ber bi kû ve diçe û bi xwe jî digot ku heta sê-çar salên din şerek rû dide û vê carê Ewropa di rewşeke xerab de be jî dê her bi saya NATOyê rizgar bibe lê piştî wê dê çi bike? Divê Yekîtiya Ewropayê ji niha ve xemekê li xwe bixwe!
Mebesta wî ew bû ku divê artêşeke Ewropayê hebe û hevalbendên pêbawer ên din ji xwe re bibîne ku bi nêrîna wî, Trump di wê lîsteyê de cih nagire. Siyasetên Trump û şerê çend salî yê Ukraynayê diyar kir ku bi vê rewşa niha ji Ewropayê re naçe serî.
Hemû GDPya Yekîtiya Ewropayê 10 caran ji ya Rûsyayê mezintir e û ji aliyê çekan ve ji bilî jêrderyayî û dibe ku bombeya atomî ku yên Rûsyayê zêdetir in, di piraniya warên din de li pêşiya Moskowê ye lê çend sal in ev şerê Ukraynayê jê re çareser nebûye.
Di van deman de bala min çû ser gotinên Serokê Fransayê Emmanuel Macron ku hevdîtina wî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hebû. Macron jî di dema xwe de gotibû ku NATO di mejiyê wî de felc bûye û divê êdî Ewropa li ewlehiya xwe bifikire.
Mesrefa leşkerî ya Fransayê ji bo dema navbera 2019-2025an bi 295 milyar euroyan hatiye danîn lê hatiye danîn ku heta 2030î bigihîje 413 milyar euroyan. Meha borî jî Komîsyona Ewropayê "kaxezeke spî" ji bo ewlehiya xwe ya heta 2030î belav kir ku dabaşa zêdekirina mesrefa leşkerî dike û her wiha amaje bi wê yekê kiriye ku Rojhilata Navîn cihê girîngiyeke stratejîk e.
Fransa, wekî serkêşa niha ya Yekîtiya Ewropayê, dixwaze xwe ji vê hevrikiya di navbera Çîn û Amerîkayê de biparêze. Ji bo vê yekê jî hewl dide têkiliyên xwe yên dualî û piralî bi hêzên navîn ên cîhanê yên wekî Brezîlya û Hindistanê re berfirehtir bike.
Ji aliyê siyasî ve, Fransa dixwaze ku hin ji wan hêzên navîn ên cîhanê jî bibin endamên daîmî yên Konseya Ewlehiya Navneteweyî da ku her tişt di lepê hêzên mezin ên cîhanê de nemîne.
Her wiha hewl dide têkiliyên xwe bi hêzên herêmî yên din re, xasma li Rojhilata Navîn, bi pêş bixe. Girîngîdayîna bi Libnanê, konferansên Îraqê û pişt re jî konferansa Parîsê ya li ser Sûriyeyê di vê çarçoveyê de ne. Piştî wê paşvekişîna ku Parîsê di salên borî de li Afrîkayê kir, geşbûna serdestiyê li Rojhilata Navîn tê wateya bazareke nû, her wiha tê wateya hevpeyman û hevsengiyên nû.
Piştgiriya Îranê ji bo Rûsyayê arîşe ji Fransa û Almanyayê re peyda kiriye, loma bi îhtimaleke mezin dê hewl bidin têkiliyên xwe bi Enqereyê re bi pêş bixin û sererast bikin, çi ji bo paketeke nû ya parastinê be, çi ji bo têkiliyên siyasî û aborî be.
Têkiliyeke xurt a aborî û leşkerî bi Îmaratê re hatiye avakirin ku beşeke wê ya diyar di pîşesaziya leşkerî ya deryayî de ye. Li gel Misir, Îraq û çend welatên din ên Rojhilata Navîn projeyên firotina çekan û aborî bi pêş xistiye. Di sala 2024an de Fransa duyemîn mezintirîn hinardekara çekan bû ku bi rêjeya ji sedî 9,6 piştî Amerîkayê di rêza duyem de ye û ji wê jî ji sedî 28ê wê ji bo Rojhilata Navîn bûye.
Di van kêliyan de dema ku min gelek mijarên nola pêvajoya diyalogê ya Ocalan û Tirkiyeyê, rewşa Sûriyê, Îraq û hilbijartinên wê wekî mijarên girîmankî yên gotûbêja dualî ya Macron-Barzanî di hişê xwe de rêz dikirin ez li wê yekê difikirîm ku nabe ev hevdîtin tenê bi motîvên dîrokî yên têkiliya Fransa û Kurdan bê nirxandin û dibe ku komek motîvên objektîvtir jî li pişt vê yekê hebin lê gotûbêja germ a parlamenterê ciwan ê li kêleka min a li gel hinek hevalên me yên li ser maseyê, li ser xeletiya hêzên Rojavayî di dabeşkirina neadil a Rojhilata Navîn de piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ez ji bo demekê ji ramanê qut kirim.
Digot ew ne xeletiya min lê xeletiya bapîrên me bû. Bapîrê min jî Nazî bû lê niha ez bi awayekî din difikirim. Dibe ku qiseyên dîrokî gelek derdên îro derman nekin lê niha ku welatekî wek Fransa dixwaze di hezîrana îsal de serxwebûna Filistînê nas bike, dîsa balkêş bû.
Di roja îro a Rojhilata Navîn de jî bi kêmanî li rojavayê Asyayê, her kesê bixwaze bibe hêz divê Kurdistanê ji bîr neke. Ev yek bi awayekî bûye ketwarek ku tewra neteweperestekî fena Dewlet Bahçelî jî li Tirkiyeyê ku berê li şûna gotina Kurd digot “Welatiyên Tirk ên bi esl Kurd” vêga dabaşa pêwîstiya biratiya Tirk û Kurdan ji bo qonaxa nû dike.
Hemû hêzên herêmê ketine hewldana wê yekê ku di vê qonaxê de Kurdan bi tiştekî kêm razî bikin lê dîsa ev bi xwe tê wateya ketwareke nû, loma hêzeke cîhanî ya nola Fransayê gelekî baş vê yekê dizane û hebûna siyasî ya Kurdan jî di vê qonaxê de li gorî berjewendiyên wê ye.
Ew parlamenterê Ewropayê ku endamê komîteya bazirganiyê bû, mijarên wî bêhtir li ser ewlehî û dîrokê bûn. Di dawiyê de wekî ku wergerandineke siyaseta niha ya Ewropayê bike got ku ew li bazirganî û hevalbendiyê digere û dibe ku her vê yekê jî rêya wî bi vê herêmê xistibe.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin