Eyn Îsa - Di topbarana Tirkiyeyê de zarokekî 6 mehî mir

Eyn Îsa - Di topbarana Tirkiyeyê de zarokekî 6 mehî mir

.

A+A-

 Li bajarê Eyn Îsayê yê Rovayê Kurdistanê di topbarana Tirkiyeyê de zarokekî 6 mehî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Bombebaran, topbaran û êrişên Tirkiyeyê û komên çekdar ên nêzikî wê yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.

Li gorî nûçeya ANHAyê, artêşa Tirkiyeyê gundê Cemasê yê li rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kiriye.

Di encama topbaranê de zarokê 6 mehî yê bi navê Ebdulrehman Îsmaîl Huseyîn canê xwe ji dest daye.

Her wiha welatiyên bi navên Erîc Xalid Huseyîn (20), Asya Hemed Husyîn (12) jî birîndar bûne.

Giringiya Eyn Îsayê

Eyn Îsa bajarekî biçûk e lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e.

Eger ew bajar bikeve destê Tirkiye û çekdaran, ew tê wê wateyê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobaniyê de qut dibe.

Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqayê ye, 66 kîlometreyan li başûrrojhilatê Kobaniyê ye û 30 kîlometreyî ji navenda bajarê Girê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyeyê û grûpên çekdar de ye.

Girîngiya stratejîk a Eyn Îsayê ji wê yekê tê ku li ser rêya navneteweyî ya M-4 Rodkoyê ye.

Rêya M-4ê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiye, Hums, Hema û Şamê ve girê dide.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin