FarsNews: Hevpeymanê li hember êrîşan konvoya leşkerî şande Kurdan
Farsnewsê belav kir ku Hevpeymana Navdewletî roja çarşema borî konvoyeke mezin a leşkerî ya bi hejmareke zêde ji çek û techîzatan pêkhatî ji deriyê Semêlkayê derbasî Qamişloyê kiriye.
A+A-
Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihandiye ev çekên han, di şerê li dijî dagirkirina Tirkiyeyê ya herêmên di bin kontrola wan de, dê werin bikaranîn.
Rojnameya El-Weten jî di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de analîzek belav kir û got: Bi armanca ku li Rojavayê Kurdistanê herêmeke bêçek were avakirin, bicîkirina rêkeftina Soçiyê hatiye sekinandin.
Li aliyekî din, Enqerayê, ferman daye hevpeymanên xwe yên li Îdlibê û li bakur û rojavayê Helebê da ku xwe ji êrîşeke mezin li dijî Kurdan amade bikin.
Rojnameyê got, hêviya Serokomarê Tirkiyê Erdoğanî di warê rêkeftina Minbicê şikestiye û Enqerê biryar daye şerê bi Kurdên Rojhilata Firatê bike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin