Fealîyetên 370 komeleyan hat rawestandin
Li gor wezareta navxweyî ev komele têkilîyên wan bi rêxistinên FETO, PKK/KCK, DHKP-C û DAÎŞê re hene.
A+A-
Ji alîyê Wezareta Karûbarê Hundir yê Tirkîyê fealîyetên 370 komeleyan hat rawestandin. Li gor wezaretê navxweyî ev komele têkilîyên wan bi rêxistinên FETO, PKK/KCK, DHKP-C û DAÎŞê re hene.
Daxuyanîya wezaretê weha ye; ”li gor Qanûna Rewşa Awarte ya xala 11ê bi armanca ewleyîya giştî, asayîş û parastina pergela civakî li 39 wilayetan 370 komeleyên ku ji wan 153 bi FETO, 190 bi PKK/KCK, 19 bi DHKP-C û 8 bi DAÎŞê re têkildar in û ewleyîya milî tehdît dikin; ji aliyê walîtîyan ve fealîyetên wan hatine rawestandin.”
Di nav van komeleyan de MAYA -DER û Komeleyeka Zarokan jî hene.
Wek dihê zanîn di 23 Tîrmehê de jî 1125 komele û 104 weqif hatibûn girtin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin