Felah Mistefa: Beşdarbûna Nêçîrvan Barzanî ya COP29ê giraniya Kurdistanê nîşan dide
.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku beşdarî û amadebûna Nêçîrvan Barzanî ya li COP29ê giraniya Herêma Kurdistanê nîşan dide.
Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) li Bakuya paytexta Azerbeycanê tê lidarxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo tevlî COP29ê bibe îro gihişt Bakuyê.
Nêçîrvan Barzanî dê li gel serok û serokwezîr û serkirdeyên cîhan û Rojhilata Navîn tevlî COP29ê bibe.
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa li Bakuyê ji Rûdawê re serdana Nêçîrvan Barzanî ya Azerbeycanê nirxand.
“COP29 derfetek e”
Felah Mistefa amaje bi wê yekê kir ku amadebûna Nêçîrvan Barzanî ya li COP29ê giraniya Herêma Kurdistanê nîşan dide.
Mistefa diyar kir ku COP29 ji bo nîqaşkirina encamên guherîna avhewa û awayên kêmkirina bandora guherîna avhewayê derfetek e û got:
"Hinek welat ji bo parastina jîngehê, bi piştgirîkirina bernameyên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û pêşîgirtina li germbûna gerdûnî pêbend in.”
Mistefa tekez kir kir ku beşdariya van konferansên navdewletî ji bo Herêma Kurdistanê derfeteke baş e û dê bala her kesî bikişîne ser bilindbûna pileyên germê, zêdebûna asta pîsbûna hewayê û kêmbûna avê.
“Çalakiyên hevpar ên ji bo kêmkirina encamên guherîna avhewayê tên gotûbêjkirin”
Bi gotina Felah Mistefa armanca lidarxistina konferansa salane ya COPê gotûbêjkirina awayên çalakiyên hevpar ên ji bo kêmkirina encamên guherîna avhewayê, xelatkirina welatên ku piştgiriyê didin bernameyên çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê ye.
Li ser pirsa helwesta Herêma Kurdistanê û Îraqê ya derbarê avhewayê Felah Mistefa diyar kir ku konferans ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê gelekî girîng e û got:
“Beşdariya di konferansê de ji bo gotûbêjkirina pirsgirêk û astengiyan derfetek e.
Pirsgirêkên Îraq û Herêma Kurdistanê yên wekî kêmbûna avê, çolbûn û zêdebûna germahiyê cîhanê jî eleqedar dikin.
Di konferansê de dê pirsgirêkên avhewayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê jî bên gotûbêjkirin.
Her wiha ji bo hewlên li dijî guherîna keşûhewayê jî dê bên nirxandin.”
“Em dixwazin dengê xwe bidin bihîstin”
Felah Mistefa di bedewamiya axaftina xwe de jî wiha got:
“Herêma Kurdistanê wekî pêkhateyeke rewa û destûrî bi hevahengî li gel Bexdayê tevdigere, ev jî tê wê wateyê ku Îraq xwedî sîstemeke federal e.
Ji ber vê yekê em dixwazin di mijarên wiha yên cîhanî de dengê xwe bidin bihîstin.”
“Divê piştevaniya Herêma Kurdistanê bê kirin”
Felah Mistefa di heman demê de tekezî li ser wê yekê jî kir ku Îraq û Herêma Kurdistanê bi şerê li dijî DAIŞê, pirsgirêkên penaberan û gelek zehmetiyên din re rû bi rû mane û got:
“Em hêvî dikin ku civaka navneteweyî û rêxistinên pêwendîdar bi taybetî li ser mijarên wekî dabînkirina ava vexwarinê û parastina qadên daristanê ji Herêma Kurdistanê re bibin alîkar.”
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandina Ilham Aliyev çû
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev çûye Bakuyê.
Dilşad Şehab eşkere kir ku Nêçîrvan Barzanî dê tevî serok serokwezîrên welatan beşdarî merasîma vekirina konferansê bibe û li ser pirsgirêkên jîngehê û pirsgirêk û encamên guherîna avhewayê gotûbêjan pêk bîne.
COP29 dê sibe dest pê dike û dê heta 22yê mehê berdewam bike.
Tê pêşbînkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.
Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêlibergirtina germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.
Nêçîrvan Barzanî sala 2023yan tevlî COP28ê jî bûbû.
Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokê Îmarata Erebiyê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan 30ê Çiriya Paşîn çûbû Dubaiyê û tevlî konferansê bû.
Barzanî li ser konferansê wiha gotibû: "Ez kêfxweş im ku ji bo merasîma vekirina COP28ê li Dubaiyê me.
Hewldan û hevkariya yekgirtî ya cîhanê ji bo parastina gerdûna me gelekî girîng e."
Nêçîrvan Barzanî dê di çarçoveya lûtkeya COP29ê de bi serok, serokwezîr û serkirdeyên gelek welatên cihan û Rojhilata Navîn re civînên dualî jî pêk bîne.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin