Ferîd Sedûn: Tirkiye êrîşî westgehên xizmetkarî û sotemeniyê dike

Ferîd Sedûn: Tirkiye êrîşî westgehên xizmetkarî û sotemeniyê dike

.

A+A-

Ev sê roj in ji bo cara sêyê di îsal de Tirkiyeyê dest bi operasiyonên asmanî li Rojavayê Kurdistanê kiriye û her car jî jêrxaneya sivîl dike armanc, şirovekarekê siyasî

Şirovekarê Siyasî Ferîd Sedûn ji Qamişloyê ji K24 re got, “Bi rastî êrîşên Tirkiyeyê yên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê nehatine rawestandin, her dem ji bo demê ew bi awayekê dijwartir êrîşî Rojavayê Kurdistanê û xelkê wê dike”.

Ferîd Sedûn ragehand, “Ev sê roj in ku devera me dîsa keftiye ber êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê û bi dijwarî tê bombebarankirin. Ev jî metirsiyeka mezin li ser jiyana xelkî li gund û bajaran çê dike ji ber ku westgehên sivîl hatine armanckirin”.

Amaje da wê yekê jî ku, “Ev yek qeyranên heyî yên devera me zêdetir dike, lewma jî dibe sedema koçkirina xelkî”.

Tekez jî kir, “Ev êrîş li ser deverên sivîl ên xizmetkariyê tên kirin, ne yên leşkerî”.

Wî çavdêrê siyasî ron kir ku, “Sitratejiya Tirkiyeyê eşkere ye û her tim li ser ragehandinê û li ser zimanê berpirsên herî bilin ên Tirkiyeyê jî tê xuyakirin, ew dê çi caran qebûl nekin devereka Kurdî ya aram û rizgar hebe û kiyaneka Kurdî bê avakirin”.

Zêdetir behs kir, “Tirk bi xwe jî dizanin ku êrîşên wan ên asmanî li ser bingehên leşkerî çi encam nabin, yanî ew armancên ew dixwazin bi rêya dronan pêk nayên”.

Ji bo cara sêyê di îsal de, ev sê roj in Tirkiye êrîşên asmanî dike ser Rojavayê Kurdistanê û jêrxaneya sivîl dike armanc. Di van êrîşan de, şeş kesan hatine kuştin.

Rêveberiya xweser dibêje, “Bêdengiya Hikûmeta Şamê manaya rewatîdana bi Tirkiyeyê ji bo dagirkirina axa Sûriyeyê dide û divê Civaka Navdewletî rêyê li Tirkiyeyê bigire”.

Nûçe: Kurdistan 24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin