Fermandarê Cendirmeyan Mendî ”mendû” bû û ji kar hat dûrxistin!
Wer xwiya ye êdî proses dest pê kiriye û rutbeliyên bilind yên ku tedaxulê derbeyê bûne ji wezifeyên wan tên bidûrxistin
Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan yê Tirkiyê orgeneral Galib Mendî ”mendû”(westîyayî) bû û rakirine nexweşxaneyê û selehetîya wî bi wekalet dane korgeneral Ibrahim Yaşar.
Li gor agahîyan, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyên Tirkiyê orgeneral Galib Mendî di şeva 15ê Tîrmehê de ji alîyê cuntacîyên ve – ku ev grûba cûntacî zêdetir di bin fermandarîya wî de bûn û hewildabûn darbe çekin- li Anqerê di bargeha bi navê ”Akinciyan” de hatibû rehin girtin, îro ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor agahîyan Galib Mendî ji Sêrtê ye û berîya ku Civîna Şûreya Leşkerî ku di destpêka meha Tebaxê de li dar dikeve ji ”mendûbinê” krîza dil derbas kiriye û rakirine nexweşxaneya ”Gata” yê.
Wer xwiya ye êdî proses dest pê kiriye rutbeliyên bilind yên ku tedaxulê derbeyê bûne ji wezifeyên wan tên bidûrxistin
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin