
Fermandarekî HSDyê: Me biryar da ku em tev li artêşa Sûriyeyê bibin
.
Fermandarê Lîwaya Bakur a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer El-Idlibî, biryarên di civîna duh a di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya HSDyê de li ser hesabê xwe yê Xê par ve kir.
Kurteya pêşnûmeya biryara ku ji 8 madeyan pêk tê ji aliyê Idlibî ve hatiye ragihandin wiha ye:
Yekkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê: Biryar hat dayîn ku saziyên ewlehiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser di bin banê artêşa Sûriyeyê de cih bigirin. Ev gav bi armanca yekkirin û xurtkirina hêza neteweyî hat avêtin.
Jinûveaktîvkirina saziyên sivîl: Em pêk hatin ku ji bo jinûve aktîvkirina saziyên xizmetguzariyê yên dewletê li bakur-rojhilatê Sûriyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn, û herwiha baştirkirina asta jiyanê ya xelkê herêmê.
Vekişîna çekdarên biyanî: Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû çekdarên biyanî di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin.
Zêdekirina hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê: Biryar hat dayîn ku hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê were zêdekirin û li ser mijarên niştimanî zêdetir civîn bên lidarxistin.
Tekezî li ser parastina yekrêziya Sûriyeyê: Tekezî li ser giringiya parastina yekrêziya axa Sûriyeyê hat kirin.
Hat diyarkirin ku beşdarbûna hêzên herêmî di nava artêşa Sûriyeyê de wê kapasîteya parastinê ya welêt zêde bike.
Vegera penaberan: Me li hev kir ku mercên pêwîst ji bo hêsankirina vegera penaber û awareyan a berev bajar û gundên wan bên dabînkirin.
Pîrozbahî û vexwendname ji bo Serok Ehmed Şer’a: Bi boneya destbikarbûna Serok Ehmed Şer’a pîrozbahî hate kirin û vexwendname jê re hat çandin da ku bi serdaneke fermî bê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê.
Mekanîzmayên pêkanîna biryaran: Ji bo pêkanînê dê komîteyên hevbeş bên avakirin û pêkanîna bi bandor a biryaran bê misogerkirin.
Ebû Omer el-Idlibî destnîşan kir ku biryara mijara gotinê “Gaveke girîng e ber bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û aramiya Sûriyeyê.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin