Fermandarên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê dicivin

Fermandarên Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê dicivin

.

A+A-

Ji bo tundkirina çeperan û dagirtina valahiya ewlehiyê, şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê dicivin.

Şandeke Pêşmerge û artêşa Iraqê li Kerkûkê dicivin û ji guftûgoyan derbarê dagirtina valahiya ewlehiyê ya di navbera her du aliyan de dikin, bi taybet ku di dema dawî de tevgera DAIŞê lê zêde bûye.

Diyar kir jî, her yek ji Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ferîq Ebdulemîr Şemerî, Nûnerê Herêma Kurdistanê di Operasyonên Hevbeş de Lîwa Ebdulxaliq Telhet, Fermandarê Yekîneyên 70 ên Pêşmerge Mistefa Cavreş û hejmarek ji fermandarên ji her du aliyan beşdarî civînê dibin.

Di wê derbarê de, Lîwa Ebdulxaliq Telhet ji K24ê re ragihand, “Rewşa niha ji berî demekê cudatir e, ji aliyekî bûyerên zîndana Heseke û ji aliyekî din rewşa ewlehiyê ya berî pêkanîna hikûmeta Iraqê. Niha hest tê kirin ku DAIŞ xwe birêkxistin û bihêz dike, ji ber wê divê em sînorên di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de tundtir bikin.”

Got jî: “Sînorên hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê ji Xaneqînê û heta digihe sînorê Sûriyê, ji Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê re gelekî girîng e.”

Tekez kir jî: “Ev valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, bêyî hebûna hevahengiya her du aliyan, nayê dagirtin, ji ber wê û ji bo ku ew valahî were kontrolkirin, divê hevahengî hebe. Ew hevahengiya ku niha heye, em hêvîdar in berdewam bibe, ji ber ku di berjewendiya her du aliyan de ye û bi vê yekê jî dikarin hemû navçeyên ku metirsiya DAIŞê lê heye, kontrol bikin.”

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin