Fermaneka veşartî ya hikûmeta Iraqê deşîfre bû!
Fermaneka veşartî ya hikûmeta Iraqê bo erebkirina Kerkûkê deşîfre bû.
A+A-
Fermaneka veşartî ya hikûmeta Iraqê bo erebkirina Kerkûkê deşîfre bû.
Tê gotin ku Wezareta Navxwe ya Iraqê fermaneka veşartî derxistiye li dijî kurd û turkmenên Kerkûkê.
Li gorî wê fermana veşartî, 270 berpirs û rayedarên kurd û turkmen û mesîhî yên parêzgeha Kerkûkê, ji kar tên dûrxistin û li dewsa wan kesên ereb tên bicîhkirin.
Fermana han roja 8 vê mehê hatiye dayîn.
Piroseya erebkirina Kerkûk û deverên Kurdistanî, piştî hilweşîna rêjîma Beisî ya Iraqê hatibû sekinandin lê piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017 û rûdanên piştî referandomê, dîsa dest pê kirine.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin