
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
.
Endama Desteya Serokatiya ENKSyê Fesla Yûsifê diyar kir ku roja şemiyê dê Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê li dar bixin û mizgîniyê bidin gelê xwe.
Li Rojavayê Kurdistanê partiyên Kurdan plana lidarxistina konferanseke netweyê dikin ku armanca wê bihêzkirina yekîtiyê û çareserkirina nakokiyên navxweyî yên derbarê danûstandinên bi Şamê re ye ku demeke dirêj e berdewam dikin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh li ser hesabê xwe yê Xê derbarê lidarxistina konferansê daxuyanî da.
Mezlûm Ebdî da zanîn ku konferans dê 26ê Nîsanê were lidarxistin.
Ebdî di peyama xwe ya Xê de wiha got:
“Em bi kêfxweşî ji gelê xwe re radigihînin ku konferansa ‘Yekrêziya Helwesta Kurdî li Rojava’ dê 26ê Nîsanê bê lidarxistin.
Yekîtiya Kurdan pêwîstiyeke neteweyî ji bo çareserkirina doza gelê Kurd li Sûriyayê ye.
Em hêvîdar in ku hemû alî wê berpirsyariya xwe ya neteweyi bi cih bînin.
Bi vê boneyê, em spasıya hemû aliyên ku di pêkanîna vê gavê de bûn alîkar dikin û ji xebatên konferansê re serkeftinê dixwazin.”
Fesla Yûsif li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ji Dilbixwîn Dara re axivî.
Fesla Yûsif diyar kir ku Bêyî cudayî hemû partî û şexsiyet, rêxistin û dezgehên medenî, rûspiyên Rojavayê Kurdistanê ji bo konferansê hatine vexwendin.
Wê tekez kir ku nêzîkî 300-400 kes dê tevlî konferansê bibin û eşkere kir ku cihê her kesî di konferansê de heye.
“Em dixwazin nûnerên Fransa û Amerîkayê jî tevlî konferansê bibin”
Endama Desteya Serokatiya ENKSyê di berdewamiyê jî de got:
“Di konferansê de em biryarên hevbeş ên ENKS û PYDyê bînin zimên
Kurdên Hema, Heleb û Şamê beşdarî konferansê nebûne. Belkî di paşerojê de em wan jî vexwînin konferansê.
Piştî konferansê em dê şandeyeke hevbeş ava bikin ku bi Şamê re dan û standinan bike
Endamên Şandeya Şamê dê bi tenê ne ji ENKS û PYDyê be dê nûnerên partiyên din jî tevlî şandeya hevbeş bibe
Heta niha diyar nîne ku dê nûnerê Hikûmeta Fransayê yê Rojavayê Kurdistanê û nûnerê Amerîkayê yê Rojavayê Kurdistanê tevlî konferansê bibin an na.
Beşdariya wan ji bo me, ji bo Şamê û ji bo welatên cîran peyameke gelekî girîng e.
Miletê me gelekî zêde zext li me kir ku em helwesta xwe bikin yek.
Rola cenabê Serok Mesûd Barzanî, Kak Nêçîrvan Barzanî rola General Mezlûm Ebdî jî gelekî girîng bû.
Em spasiya wî jî dikin. Em gelekî spasiya miletê xwe jî dikin ku em bi hev re hareket bikin.
Divê em spasiya Fransa û Amerîkayê jî bikin gelekî bi me re westiyan.
Gelekî xwestin ku em xwedî yek helwest bin û li Şamê mafên miletê xwe biparêzin.
Hêviya me û moralê me jî gelekî bilind e û em dixwazin konferansa me serkeftî be û em mizgîniyê bidin miletê xwe.”
Şandeyeke DEM Partiyê jî li Rojavayê Kurdistanê ye
Li aliyê din, şandeyeke DBP û DEM Partiyê ya demeke li Herêma Kurdistanê bû ji bo beşdariya Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
DEM Partiyê ragihand ku şandeyeke ku ji Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir Endamê Encûmena Rêveberiya Navendî (MYK) ya partiyê Serhat Eren û Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydeniz, Gulcan Kaçmaz Sayyigit û Mehmet Kamaç pêk tê serdana Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin