Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlinê birêve diçe
.
Dûrî partiyan, dûrî siyaset û qirecira hizbîtiyê hejmarek kesayetî û ronakbîrên Kurd li Almanya bajarê Berlînê, festîvaleke mezin a çand û hunera Kurdî çêkirin. Di wê festîvalê de hejmareke mezin ji nivîskar û hunermendan beşar bûn û semîner û konsêrt hatine pêşkêşkirin.
Bi dirêjiya 4 rojan “Festîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê” birêve diçe. Festîval ji 26 vê meha Gulanê destpê kiriye û biryar e heta 29ê Gulanê berdewam dibe. Tê de çalakî û civatên wêjeyî, hunerî, konsêrt û semînar têne lidarxistin û pêşkêşêkirin.
Hevdem pêşangeh û bazarên taybet bi berhemên hunerî û wêjeyî û cilûberg û xwarinên Kurdî hene.
Berhemên Kurdî jî li wê derê têne firotin, weke mînak: Mey, amûr, cilûbergên kultûrî, aksiswar û alên Kurdî…
Goşeyek ji bo muzîka rojhilatî û amêrên muzîkê jî hatiye vekirin.
Di çarçoveya festîvalê de jî, rêznameyek ji bo herdu hunermendên Rojavayê Kurdistanê Mehmûd Ezîz û Mihemed Elî Şakir hatiye şandin.
Bi beşdarbûna 50 mêvanî, ji hunermend, nivîskar û rewşenbîran, hejmarek ji çalakiyan têne nîşandan.
Dahêner di warên çîrok, roman, mûzîk, stran, şêwekarî, karîkatûr, rojnamevanî, sînema û zimanê Kurdî de, beşdar in.
Sala 2022yan hejmarek ji keç û xortên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê helkeftek bi navnîşana “Rojên Huner û Çanda Kurdî Li Berlînê” lidar xist.
Lê li gorî daxuyaniyeke wan, piştî ku wê çalakiyê serkeftin bidest anî, êdî wan ew kire festîvaleke salane bi navnîşana “Fesîvala Huner û Çanda Kurdî li Berlînê”.
Hilibjartina Berlînê jî ji bo wê yekê ye ku, ew bajar yek ji paytextên hemerengiyê ye ji bo çand û hunerên cuda, li ser asta Ewropa û cîhanê jî.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin