
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
.
Li Amedê Festîvala 10emîn a Şanoyê dest pê kir.
Festîvala ku dê 9 rojan bidome Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin.
Di çarçoveya festîvalê de komên şanoyê yên bajarên wekî Silêmanî, Sine, Seqiz, Amed, Mêrdîn û Êlihê nîşandana şanoyên xwe bikin.
Festîval pirzimanî ye û dê heta roja dawiya festîvalê ku 4ê Gulanê ye lîstikên bi Soranî, Kurmancî, Tirkî û Ermenkî werin nîşandan.
Di merasima destpêkirina festîvalê de şanogerê ji Rojavayê Kurdistanê Bavê Teyar hat bibîranîn û sînevîzyonek li ser jiyana wî hat pêşandan
Ji bo roja yekem a festîvalê, performansa dansê ya bi navê "Palma" ku bi zimanê gerdûnî yê dansê çîroka mirovahiyê vediguheze ji bo beşdaran hat pêşandan û bi wî awayî starta festîvalê hat dayîn.
"Pirzimanî, pirçandî hemû gelan re dibe bersiveke mezintir"
Seroka Daîreya Çandê yê şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş got, "Bêguman pêkanîna festîvaleke wiha ji bo me gelekî girîng e.
Ji ber ku em wisa bawer in ku pirzimanî, pirçandîtî bi awayekî estetîkî digihîje hevdû û bi meneyek mezintir ji hemû gelan re dibe bersiveke mezintir.
Her waha ji bo pêkvejiyaneke azad û pêkvejiyaneke bi biratî û wekhêvî ev meramên çandî jî em dizanin ku xizmeta wê yekê dikin."
Festîval bi pêşengiya Daîreya Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma "Çiraya me geş dibe" tê li darxistin û dê 9 rojan dewam bike.
"Me ji bo hunera Kurd û Kurdistanê soz dabû"
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun wan sozên ku di dema hilbijartinan dane bi bîr xist wiha pê de çû:
“Di dema hilbijartinan de me gelek soz dabûn gelê xwe.
Ji wan sozek jî çand û hunera vî bajarî ya Kurd û kurdistanî bû.
Xebat dest pê kirine. Ev festîval jî rengek ji wî sozê ku me daye gelê xwe ye."
Di çarçoveya festîvalê de komên şanoyê yên ji Silêmanî, Seqiz, Sine, Mêrdîn, Êlih û Stenbolê dê bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Soranî, Tirkî û Ermenkî li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê û eywana şanoya bajarê mezin pêşandanê xwe bikin.
"Ji bo şanoya Kurdî serkeftineke mezin e"
Şanoger Nazmî Karaman "Em lîstikên cûda dibînin, lîstikvanan dibînin. Wekî hunermend em hevdû nas dikin.
Ev jî ji bo pêşerojê ji bo şanoya Kurdî, ji bo temeşevanan ji bo çanda Kurdî serkeftinek mezin e."
Şanoger Yakup Selîmoglu "Ez ji koma Yenî Sahneyê me. Em ji Êlihê hatine.
Em li Êlihê kar û barê şanoyê yê kurdî dikin .Em jî bi lîstika xwe ya Bekoyê Ewan beşdarî festîvalê bûne."
Şanoger Fatê Sarûhanê da zanîn ku ew bi lîştika xwe ya bi navê Kela Dimdimê beşdarî festîvalê dibin û got:
"Em wekî Şaneşîn Performans ji Mêrdînê bi lîstika xwe ya Ji Kela Dimdimê beşdarî festîvalê dibin.
Heta niha me li sê cîhan lîstika xwe daye nîşandan. Berî niha em li Hewlêrê li festîvalê bûn.
Niha jî di 1ê Gulanê de saet 19.30î de li festîvala Amedê nîşandana xwe bikin."
Festîvala ku di 25ê Nîsanê de dest pê kir dê heta 4ê gulanê dewam bike û di 9 rojan de dê 12 Şano werin pêşandan û li gel wî hejmarek jî çalakiyên hunerî dê werin lidarxistin.
RUDAW
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin