Feysel Miqdad: Divê Tirkiye ji axa Îraq û Sûriyeyê vekişe

Feysel Miqdad: Divê Tirkiye ji axa Îraq û Sûriyeyê vekişe

.

A+A-

 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad got, ji bo ku pêwendî asayî bibin divê Tirkiye ji axa Îraq û Sûriyeyê vekişe.

Tirkiye di van demên dawî de ji bo pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re asayî bike dîplomasiyeke tund dimeşîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Erdogan jî ji bo asayîkirina pêwendiyan gelek caran xwestibû ku bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esed re bicive.

Li aliyê din, Sûriyeyê jî ji bo ku pêwendiyên navbera her du welatan asayî bibin wekî merc gotibû divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe.

Ji ber vê yekê Beşar Esed van xwestekên Erdogan red dike.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad ji Russia Todayê re pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê nirxandin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêwendiyên Tirkiye - Sûriyeyê û li hemberî Îsraîlê pêşniyara avakirina ekseneke ku ji Tirkiye, Sûriye û Misirê pêk tê kiribû.

Li ser gotinên Erdogan, Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad wiha got:

"Hêvîdar im ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê yên derbarê avakirina navendeke hevgirtinê ya Sûriye-Misir-Tirkiyeyê ji bo rûbirûbûna gefan pêk were û ev yek bibe xwestekeke ji dil û rast a Tirkan."

"Divê Tirkiye ji axa Îraq û Sûriyeyê vekişe"

Feysel Miqdad ji bo asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyeyê jî wiha anî ziman:

"Eger Tirkiye dixwaze di hevkariya bi Sûriyeyê re de gavên nû bibîne û pêwendiyan asayî bike, divê ji axa bakurê Sûriyeyê û rojavayê Îraqê ya Ereban ku dagir kiriye vekişe.”

Her wiha Miqdad diyar kir ku Tirkiye li bakurê welatê wan bi berdewamî leşkerên xwe bi cîh dike û ji bo serdestiya xwe zêde bike hewl dide kampan ava bike.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê tekez kir ku rêvebiriya Şamê ji Tirkiyeyê xwestiye ku ji van polîtîkayan paşde gav biavêje û bi temamî dev ji van polîtîkayan berde.

Miqdad diyar kir ku Sûriye her tim xwe bi pêşerojê ve girê nade lê ew li îro û pêşerojê dinêre.

Herwiha Miqdar got ku ew hêvî dikin ku rêvebiriya Tirkiyeyê ji gotinên xwe samîmî bin û wiha pê de çû:

"Ji bo pêkanîna hevkariyeke wiha divê şert û mercên pêwîst bên bicihanîn, wate divê Tirkiye ji axa Îraq û Sûriyeyê vekişe."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin