Feysel Yûsif: Serok Barzanî piştgiriya hemû gelê Kurd dike

Feysel Yûsif: Serok Barzanî piştgiriya hemû gelê Kurd dike

.

A+A-

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif got, “Serok Barzanî tenê piştgiriya ENKSyê nake, piştgiriya hemû gelê Kurd dike.”

Serok Mesûd Barzanî îro li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi şandeya serkirdayetiyê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) re civiya.

Şandeya ENKSyê ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso,Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawûd pêk hatibû.

Di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û helwesta Kurdan hatin gotûbêjkirin.

Berdevkê ENKSyê Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê û behsa naveroka civînê kir.

Feysel Yûsif diyar kir ku civîn li ser daxwaza Serok Barzanî pêk hatiye û got:

“Serok Barzanî ji me xwest ku pêşhat û guherînên dawî yên li Sûriyeyê bibihîze.

Serok Barzanî berdewam li gel aliyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê civiyaye û her hewl daye Kurd nêzîkî hev bin.”

Feysel Yûsif da zanîn ku Serok Barzanî berdewam tekeziyê li ser yekrêziya Kurdan dike.

"Serok Barzanî yekrêziya Kurdan xwest"

Berdevkê ENKSyê eşkere kir ku Serok Barzanî ji wan re gotiye di vê demê de pêwîst e û girîng e ku aliyên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê yekrêz bin û got:

“Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya Kurdan dike, gelekî behsa girîngiya yekrêziya Kurdan kir.

Serok Barzanî tekez kir ku ew dê piştevaniya her hewleke ji bo yekrêziyê bike.

Serok Barzanî ne tenê piştevaniya ENKSyê dike, ew piştevaniya hemû gelê Kurd dike.

Wî 3 caran hewl da yekrêziyeke Kurdan di navbera aliyên Rojavayê Kurdistanê de çêbibe.”

“Nerîna me ya hevbeş heye”

Di berdewamiya axaftina xwe de Feysel Yûsif got:

“Em li gel Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî civiyan û em li bende ne ku atmosfereke guncaw bê çêkirin da ku em careke din bicivin.

Em dibînin ku nerîneke me ya PYNK û ENKS hevbeş heye û me berê rêkeftin li ser kiriye û pêwîst nake em careke din li wan xalan vegerin.

Me li ser lêvegera Kurdan jî li hev kiriye ku ji sedî 40 endamên wê ji ENKS bin ji sedî 40 ji PYNK bin û ji sedî 20 kesên serbixwe bin.”

“Em Sûriyayeke demokrat û federal dixwazin”

Feysel Yûsif her wiha eşkere kir ku wan û PYNK beriya niha li ser daxwazên sereke li hev kiriye û got:

“Em Sûriyayeke demokrat û federal dixwazin ku hemû pêkhate cihê xwe tê de bibînin.

Herî dawî Feysel Yûsif diyar kir ku ew wekî ENSK û partiyên wê karên xwe asayî derbas dikin û ti astengî ji wan re nayên çêkirin.

Her wiha got, ew dê li seranserî Sûriyeyê kar bikin û ofîsên xwe vebikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin