Feyyaz Ekmen, li çar alîyên Batmanê bû
Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Batmanê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat M. Feyyaz Ekmen îro li çar alîyan, Batman hejand.
A+A-
Mehmet Feyyaz Ekmen îro 26ê Adarê, digel Cîgirê Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) Kasim Ergun û Serokê Şaxa Batmanê ya PAKê Azîz Ozdemîr û komîsyona hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, li Taxa Gulîstanê li Qada Mafên Mirovan û li Sûka Kevin a li Gok Taksîyê sitantên xwe yên hilbijartinê vekir.
Ekmen û Ergun, bi mîkrofonan, propagandaya Tifaqê ya hilbijartinê kir. Axaftina wan ên bi kurdî û bi hestîyarîyên Kurdistanî bandoreke mezin li xelkê Batmanê kir.
Ekmen û şanda pê re herwiha, li Cadeya Bankayan û Qada Cumhurîyetê jî belavok belav kirin û serdana esnafan kirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin