Firat Cewerî Xelata Akademîya Swêdê wergirt
.
Nivîskar û wergêr Firat Cewerî Xelata Akademîya Swêdê wergirt.
Akamemîya Swêdê îsal nivîskar û wergêrê kurd Firat Cewerî hêjayî wergirtina Xelatê Danasîna Çanda Swêdê li Derveyî Welat dît.
Nivîskar û wergêr Firat Cewerî Xelata Akademîya Swêdê wergirt.
Akamemîya Swêdê îsal nivîskar û wergêrê kurd Firat Cewerî hêjayî wergirtina Xelatê Danasîna Çanda Swêdê li Derveyî Welat dît.
Cewerî wergêra berhemên edebîyata Swêdê kirîye û bûye pirek ku ew berhem di nav çandeka din da bêne xwendin ji ber vê yekê jî ew hêjayî wergirtina wî xelatî hatîye dîtin. Sala 2018yan dîsa ji ber heman egerê Cewerî Xelata Akademîya Swêdê wergirtibû.
Firat Cewerî derbarê wergirtina xelatî da hest û fikrên xwe anîne ziman. Firat Cewerî dîyar dike ku bo wî cihê şanazîyê ye ku wî bi zimanê xwe, çand û edebîyata Swêdê bo cîhanê daye naskirin. Cewerî heta niha zêdetirî 20 berhemên edebî wergêrane kurdî. Cewerî armanca xwe ya wergêrana berhemên edebî yên Swêdê wiha tîne ziman ku ew dixwaze ziman û edebîyata kurdî di edebîyata cîhanê da bîne asteka giranbiha.
Firat Cewerî kî ye
Firat Cewerî sala 1959an li Mêrdînê hatîye dinyayê. Biçûkatîya xwe li Nisêbênê derbas dike. Di 20 salîya xwe da berê xwe dide edebîyata kurdî. Salên 1980yî mişext dibe Swêdê. Wî di çendîn qadên edebîyatê da berhem nivîsîne. Bi dehan berhemên edebî yên cîhanê wergêrane kurdî. Bê navber 10 salan, di weşana kovara Nûdemê da kar kirîye. Yek ji berhemên giring ya edebîyata kurdî kovara Hawarê jinûve kom dike û di nav weşanên Nûdemê da diweşîne. Endamtîya rêveberîya PENa Kurd kirîye. Berhemên Cewerî bo zimanên wekî swêdî, almanî, farisî, erebî û tirkî hatine wergêran. Ew aniha li Swêdê jîyana xwe didomîne.
Çendek ji berhemên wî ev in
Name Bo, Girtî, Pêlên Deryaya Reş, Romanseke Çilmisî, Li Mala Mîr, Ezê Yekî Bikujim, Çîroka Malbata Evdo, Marîa Melekek Bû, Kevoka Spî û Derza Dilê min.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin