
Firokexaneya Bexdayê hat mûşekbaran kirin
Beriya bi demekê komeke nediyar çend mûşekên katyûşa arasteyî firokexaneya navdewletî ya Bexdayê kirin û ji ber metirsiyê hêzeke zêde ya serbazî li herêmê bi cî bûye.
A+A-
Çavkaniyekê ji balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê ji BasNewsê re axivî û aşkere kir êrîşa mûşekî îşev bo ser firokexaneyê pêk hatiye û 3 mûşek li dorûbera firokexaneyê ketine. Herwiha heta niha ziyana canî û maddî ya wê êrîşî nayê zanîn lê çûnûhatina li nava firokexaneyê hatiye ragirtin.
Ligor zanyariyan firokeyên Amerîkayê li dorûpera firokexaneyê difirin û çavdêriya rewşê dikin.
Cihê behsê ye Amerîka komên ser bi Îranê ji ber wan êrîşan töhmetbar dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin