Firokeyên Sûriye û Rûsyayê Idlib bombebaran kirin

Firokeyên Sûriye û Rûsyayê Idlib bombebaran kirin

Hate gotin ku firokeyên artêşa Sûriye û Rûsyayê li bajarên Idlib û Hemayê bereyên opozîsyonê bombebaran kirine û di encamê de keskî sivîl canê xwe ji dest daye.

A+A-

Hate ragihanin ku firokeyên sûrî û rûsî navçeya Kefir Zîta ya bakurê Hemayê û herwiha bajarokê Habit a başûrê Idlibê pêgehên opozîsyona Sûriyê bombebaran kirine.

 

Li gorî nûçeyê di encama bombebaranê de kesekî sivîl canê xwe ji dest daye.

 

Herwiha rewangeha çavdêriya firokeyan a hêzên opozîsyona Sûriyê jî li ser torên civakî dîmenên bombebaranê parve kir û ragihand, ku du firokeyên ku ji baregaha leşkerî ya Himêymîmê rabûne, çeperên hêzên wan dane.

 

Hêjayê gotinê ye, ku di sê rojên derbasbûyî de firokeyên Rûsyayê çend caran li Idlib û Hemayê bombebaran encam dan û hate gotin ku di encamê de 10 kesan canê xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin