FKKS êrîşa terorîstî ya li Qamişlo bi tundî şermezar dike!
Şehîdên Qamişloyê şehîdên tevayîya gelê Kurdistanê ye û lewra êş, hest û fikrên me îro bi wan re ye.
A+A-
Em êrîşa terorîstî ya li Qamişlo bi tundî şermezar dikin, sersaxîyê li gelê Kurdistana Rojava û malbatên şehîd û birîndaran dikin.
Bila sere gelê Kurdistanê sax be!
Terorîstên DAÎŞê bi vê êrîşa xwe ya qirêj ya li hember kurdên sivîl ku 41 kes şehîd bûne û zêdetir 177 kes birîndar bûne dixwazin zirarê bidin destkeftîyên kurdên Rojava.
Şehîdên Qamişloyê şehîdên tevayîya gelê Kurdistanê ye û lewra êş, hest û fikrên me îro bi wan re ye.
Tu hêz nikare pêşîya destkeftîyên netewî yên kurdan bisekine.
Gelê Kurdistanê li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat dê maf û azadîyên xwe yên rewa bidest bixin. Tu hêz an qewwet nikare pêşîya vê pêvajoyê bigre.
27 tîrmeh 2016
FKKS
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin