Fransa, 24ê Nîsanê weke 'Bîranîna Jenosîda Ermenan' pênase dike
Serokomarê Fransayê Macron ragihand ku, ew, salvegera bûyerên sala 1915an 24ê Nîsanê, weke 'Raja Bîranîna Jenosîda Ermenan' radigihîne.
A+A-
Fransayê ku di sala 2001ê de qirkirina Ermenan weke Jenosîd nas kiribû û yek ji soza Macronî jî ev bû ku ew ê 24ê Nîsanê weke Salvegera Jenosîda Ermenan rabigihîne.
Doh Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di resepsiyona Komîteya Koordînasyona Organîzasyonan a Ermenên li Fransayê de axivî û li ser bûyerên sala 1915an got: 'Di dema Împaratoriya Osmaniyan de Ermen bêmerhametî hatine kuştin'
Macronî herwiha twîtek li ser vê mijarê nivîsî û got: "Fransa, bi dîrokê re rûbirû dibe û weke min soz daye, di çend heftiyên pêşiya me de em ê 24ê Nîsanê, weke 'Roja Bîranîna Jenosîda Ermanan' rabigihînin.
Ev biryara Macronî ji aliyê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalinî ve hat şermezarkirin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin