Fransa dezgeha îslamî ya Baraka City hilweşand
.
A+A-
Serokê wê daxwaza mafê penaberiyê ji Tirkiyê kir
Hikûmeta Fransa dezgeha îslamî hilweşand, serokê wê dezgehê daxwaza mafê penaberiya siyasî ji Erdogan kir.
Wezareta navxwe ya Fransa ragihand, wan dezgeha îslamî ya bi navê “Baraka City” hilweşandine, ji ber ku misilman bo tundiyê gij dikir û pêwendiya wê bizaveka îslamî ya radîkal re jî hebû, her duyan amadekariya çalakiyên terorîstî dikirin.
Çend roj berê serokê wê dezgeha îslamî, Idrîs Sîhamedî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Fransa ve, bi tohmeta ku rojnamevanekî berê yê kovara fransî ya Charlie Hebdo tehdîd kiriye, hatibû girtin.
Idrîs Sîhamedî îro bang li serkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir, mafê penaberiyê bide wî û hevalên wî ji ber ku êdî li Fransa ewlehiya wî nemaye.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin