
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
.
Wezareta Derve ya Fransayê, di çend rojên dawî de, li derdora beravên Sûriyê kuştina Elewiyan şermezar kir û xwest, ti kes ji ber baweriyên xwe neyên kuştin.
Wezareta Derve ya Fransayê, bi daxuyaniyekê kuştina welatiyên Elewî li Sûriyeyê şermezar kir û ragihand, nabe ti kes ji ber bîr û baweriyên olî û siyasî bên kuştin.
Fransayê daxwaz ji desthilatên nû yên Sûriyeyê kir ku lêkolîneke bêalî bikin û berpirsan ceza bikin.
Li beravên Sûriyeyê aloziyeke mezin ji 6ê Adara 2025an ve berdewam dike ku li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê şer û pevçûn di navbera hêzên hikûmeta nû ya Sûriyê û alîgirên rêjîma berê ya Esed de derketine.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li parêzgehên Laziqiye û Tertûsê di şer aloziyê navbera hêzên ewlehiyê û paşmayên rêjîma Esed de, nêzîkî 600 kesan hatin kuştin, piraniya wan welatiyên sivîl ên Elewî ne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin