Fuara Pirtûkan ya Amedê û Xelata Rumetê
Di navbera 16-24 ê vê mihêde li Amedê mihrîcana pirtûkan ji terefî “Oda Bezirganîyê ya Diyarbakır û Eylul Fuarcılık” hat lidarxistin. Piştî ku TUYAP ji heremê vekeşîya demek direj çalekîyek wiha çênebû. Bi piranî pirtûkxane û pirtûkhezên Kurd li benda vê fuarê bun. Lewma bi girseyî û bi coşek mezin destpêkir.
Bi hezaran xwendevanên Amedê û ji her alê welêt, pirtûk hezan ji roja pêşîde berê xwe dane qada fuarê û bi girsehî serdana weşanxaneyên Kurd kirin.
Feyda çalekîyên wiha ewe ku pirtûk, nivîskar, weşanxane û xwendevanan tênin ba hev. Nivîskar îmkana danasîna berhemên xwe, xwendevan jî îmkana naskirina nivîvîskar û berhemên wan dibînin. Pirtûkên cur bi cur tên ber destê wan. Her wiha ji alê aborîya heremê jî aktîvîteke erênî pêk tê.
Ji alê din, pirtûk hezkirin û xwendin bo civakê ciyê kêfxweşî yê ye. lê pirtûk hezkirin û xwendina ciwanan bo pêşerojê elzem e. Di van salên talî de ciwan bêtir bi telefonên “bê aqil” û qompîtûran eleqadarin. Her wiha ji pirtûkan dur tên xuya kirin. Jiber vê yekê em her xemgîn dibûn.
Lê me divê mihricanê de dît ku ciwan wekî ku em difikirim ji pirtûkan hewqas ne durin. Bi qeflan hatin mihrîcana pirtûka û pirtûk himbêz kirin. Ez karim bejim ku ên dihatin qada fuarê %90 ên wan ciwan bûn. Lewma hêvîyên me ên bo pêşerojê geş bun û kêfa me piçekî hate cî.
İbrahîm Gurbuz, Celal Temel û ez li gel mamoste Beşikçî li standa Weqfa Îsmaîl Beşîkcî bun.
Standa me qet xalî nema û her tije bû. Xwendevanan eleqedarîyek pir mezin şanî Mamoste Beşikçî didan û ji bo pirtûkek wî îmze bikin bi seatan di dorê de diman.
Mamoste jî texsîr nekir; 7 roja ji sibê heya êvarê li standê runişt û ji ciwanan re pirtûkên xwe îmze kirin. Car cara me digot:
“Mamoste bese, tu betilê, navberek bide, îstirhat bike.”
Lê wî qebûl nedikir û seranser pirtûkên xwe ji ciwananre îmze dikir.
İbrahîm Gurbuz û Celal Temel jî li gel Mamoste Beşikçî 7 rojan li standê bûn û pirtûkên xwe îmze kirin. Celal Temel, li gel pirtûkên xwe yên kevin ya nû “İlk Ve Ortak Kuşak Kürt Önder ve Aydınlar” jî îmze dikir.
İbrahim Gurbuz jî bi du pirtûkên xwe, “Çağın Sokratesî İsmail Beşikçî” û “Yaşamım Kıyısında” beşidarî fuarê bûn.
Ne tene standa me, standên din jî her qelabalix bûn. Ez karim bejim ku qada fuarê heya roja talî her bi coş bû. Bi kurtasî wek şahîyek girsehî bû.
Bi sedan nivîskar, rewşenbîr û aqademîsyen beşdarî fuarê bûn. Bi dehan panel, semînêr hat lidarxistin. Di piranîya van çalekîya de ziman Kurdî bû. Ev jî ciyê dilxweşîyê bû.
Hinek lept û kiryarên berpirsyarên fuarê ne bi dilê me bûn. Yekemîn di paqijiya qada fuarê kêmasîyên girîng hebûn. Tuwalet û hemû qada fuarê ne paqijbû. Wekîdin jî kêmasî hebûn.
Lê kêmasî ya herî mezin, hilbijartina “mêhvanê fuarê yê rûmetê” bû.
Berpirsyarên pêşengehê “xelata rumetê” dane Murathan Mungan. Krîter çibû? nehat famkirin. Li gora dîtina min ev xeletîyek mezin bû. Bi milyona Kurd li bendê bûn ku xelat ji bo İsmaîl Beşikçî werê pêşkêş kirin û ew wek “mêvanê rumetê” werê hilbijartin. Lê mixabin, organîzetorên Fuarê bi ya xwe kirin û xelat nedan mamoste.
Xeynî Mamoste Beşikçî bi sedan nivîskar, rewşenbîr û akademîsyenên Kurd ku gelek ji wan layîqê vê xelatê bûn, beşdarî fuarê bûbun.
Gelo çima ev xelat nedan yekî ji wan?
Kriterê xelat kirinê çi bû?
Murathan Mungan nivîskarekî Tirk e. Wêjevan û helbestvanekî serkevtî û berhemdar e. Ez berhemên wî dixwinim û pir di ecibînim. Lê ji bo ku vê xelatê heq bike, gelo çi kiri bû? Taybetî ya wî çi bû? Ji bo Kurda û heremê çi kirî ye?
Bi rastî raya giştî bersivên van pirsan meraq dike.
Her wekî ku ji terefî herkesî diyar e; Mamoste Beşikçî, jiyana xwe liser Kurda feda kir. Di vê oxirê de îşkence û eziyeta wî dîtî, kêm kesan dîtî ye. Bi dehan sal di zinadanan de maye. Liser doza Kurda bi dehan pirtûk nivîsandî ye. Elimekî navnetewî û bi rumet e. Ew “Sokratesê Hemdemê ye”
Ji bo van krîteran em dibêjin, xelat heqê wî bû.
Lê mixabin berpirsyarê fuarê ev xelata biçûk layîqî wi nedîtin. Heyf…
Xemnake, ew her bi rûmete. Rûmeta hemû Kurda ye.
Li gel van kêmasîyan jî pêwîstî heye ku werê gotin, “Oda Bezirganîyê Ya Diyarbekir û Eylul Fuarcılık” karekî pîroz pêk anîn. Lidarxistina fuarê bi serê xwe serkevtinek bû. Piştî TUYAPji heremê vekeşîya, divî warîde valahîyek çêbubû. Her wiha ev valahî hat girtin. Ev yek. Ya duduyan, oda Bezirganîyê ji hemû weşanxana bi sedan pirtûk kirin. Ev ji bo weşanxanan arîkarîyek baş bû. Lewma em spasîyên xwe pêşkêşî wan dikin.
Ev cara yekem bû. Elbet kêmasî dê hebin. Ya mihîm eve ku ev kêmasî werin dîtin û di pêşerojê de bibe tecrûbe.