“Gava ji Swêd giha Tirkî hate îşkencê kirin”

“Gava ji Swêd giha Tirkî hate îşkencê kirin”

Heftîya derbasbûyî roja çarşemê kurdekî 22 salî ku li Swêdê daxwaza mafê penaberîyê kiribû ji Swêdê hatibû dersînor kirin û niha li Tirkî ew di zindanê de ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Avûqatê kesê 22 salî yê li Tirkî, Naim Akbulak dibêje miwekilê wî hatîye îşkence kirin.

Kesê niha 22 salî berya çar salan hatibû Swêdê û piştre daxwaza mafê penaberîyê kiribû. Swêd heq nedabûyê û ev çend meh bûn ew ji bo dersînorkirinê di nezaretê de dihate girtin.

Malbata kesê 22 salî berya wî hatibûne Swêd û ew welatîyên Swêdê ne. Lê gava ew tê şîyandin ne malbat ne jî parêzerê wî têne agahdar kirin.

Di salên 2015-16ê de li gelek bajarên bakurê Kurdistanê şerekî gur di navbera ciwanên bajêr ên nêzîkî PKKê û artêşa Tirkî de derketibû. Bi sedan kes hatibûne kuştin û gelek bajarên kurd hatibûne rûxandin. Bajarê Cizîra Botan jî yek ji van bû û ev kesê niha di zindanên Tirkîyê de ji Cizîrê ye.

Li gor medyaya Tirkî vî kesê ku di dema wî şerê bajaran de 17 salî bû roleke sereke lîstîye û 15 sal hukimê zindanê lê heye.

Lê parêzerê wî Naim Akbulak van nûçeyên çapemenîya Tirkîyê weke nepixandin û propaganda binav dike.

Medyaya Tirkî herwiha îdia dike birina kesê 22 salî encama hevkarîyeke koordînekirî ya navbera MITa Tirkî û meqamên Swêdî ye.

Me daxwaza hevpeyvînan ji Polîsê Swêdê, Daîreya Koçê ya Swêdê û ji Wezareta Derve ya Swêdê kirîye, lê di bersivên ku ji me re şîyandine de dibêjin ”em li ser takekesan naaxivin”.

Lê Håkan Svenneling, ku berdevkê pirsên sîyaseta derve yê Partîya Çep, Vänsterpatiet e dibêje wan daxwaz ji hikûmetê kirine ku ji desteya derve (utrikesutskottet) re vê bûyerê zelal bike.

– Em dixwazin zanibin bê ew çawa hatîye şîyandin. Hikûmetê bi xwe ji ber binpêkirinên mafê mirovan gelek caran Tirkî rexne kirîye. Çawa dibe naxwe ku niha kesekî di xeterê de daye Tirkî ku Erdogan pê propagandaya xwe bike. Û ev yek di dema korona de hatîye kirin ku çûnûhatin rawestîyane. Min divê ev pirs werine zelal kirin.

Hikûmet heftîya werê gereke bersivê bide daxwaza Partîya Çep. Lê di Desteya Derve ya parlamenê de heqê hikûmetê heye sekretesê deyne ser agahîyên ew li wir belav dike. Yanî ji alîyê xwe ve meselê li wir zelal bike, lê biryarê bide ku ew agahî nihênî/veşartî bimînin û negihine raya giştî.

Ji hêleke din ve rîyên hiqûqî jî xuya ye ku wê werine ceribandin. Parêzerê kesê 22 salî yê li Swêdê Abdullah Deveci dibêje ew ê dev ji vê dozê bernedin. Hem li sazîya çavdêrîya hiqûqî Justitieombudsmannen ew ê gilî bikin û hem jî dozê bibine Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa.

Ji bo guhdarkirina vê nûçeyê bitikînin:

Beşîr Kavak-Sverîges Radîo

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin