Gelê Başûr daxwaza guhertina navên tirkî dike
Li Başûr hinek deverên ku di dema dagirkerîya Osmanîyan de navên wan hatine guhertin û navên tirkî lê hatine kirin, di rojeva civaka Başûr de ne. Di çarçoveya boykota dewleta tirk de gel niha jî dixwaze navên tirkî li ser herêmên wan bên rakirin
Navenda Nûçeyan- Piştî êrîşên dagirkerîya dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê li başûrê Kurdistanê wek helwestek li dijî dagirkerîyê kampanyên boykota malên tirkî hatin destpêkirin. Her ku diçe ev pêngavên boykotê berfirehtir dibin.
Li gel boykota tiştên Tirkîyeyê û rêzefîlmên tirkî, niha jî navên tirkî ku di dema dagirkerîya Osmanîyan de li hinek deverên başûrê Kurdistanê hatine kirin û navên tirkî yên bazirganî û dikanan ketine rojeva gel.
Welatîyên başûrê Kurdistanê daxwaz dikin ku navên tirkî bên rakirin, her wiha daxwaz ji xwedîyê cihên bazirganî û dikanan dikin ku navên tirkî li ser dikan û kargehên xwe rakin.
Amarek dîyar nîn e
Derbarê gund, bajarok an jî deverên ku navên wan hatine guhertin û bi tirkî ne de, heta niha amarek zelal nehatîye aşkerakirin, lê li herêmên Kerkuk, Silêmanî û Hewlêrê gelek deverên ku navên wan di dema Osmanîyan de hatine guhertin hene. Çend deverên ku tên zanîn wiha ne:
- Qeredax: Bajarokek li başûr-rojhilatê Silêmanîyê ye
- Qerebulax: Herêm Germîyan
- Qerehindî: Bajarokek girêdayî Kerkûkê ye
- Qeregol: Gundê girêdayî Silêmanîyê yê
- Altunkopru: Bajaroka girêdayî Kerkûkê ye
- Qeredoxan: Taxek Silêmanîyê ye
- Koy Sancak: Navçeya girêdayî Hewlêrê ye
- Qişle: Kelehek li Navçe Koyê yê
- Qeretepe: Gundê girêdayî navçeya Dukan a Silêmanîyê ye
- Goktepe: Gundê Kerkûkê ye
- Qerehincîr: Bajaroka Kerkûkê ye
- Qizilce: Gundê girêdayî navçeya Pênciwîn a Silêmanîyê ye
- Kiziler: Gundê Silêmanîyê ye
Di dema Mogol û Osmanîyan de hatine guhertin
Mamostayê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Silêmanîyê Dr. Aram Elî têkildarî sedemê hebûna navên tirkî li başûrê Kurdistanê axivî û ev tişt anî izman: “Ger hinek dûrtir li dîrokê binêrîn em ê bibînin ku ji berîya navên tirkî navên erebî li ser hinek cihên Kurdistanê hebûn. Sedemê vê yekê jî hatina îslamê ye. Di wê demê de navê cihan hate guhertin. Piştre Teter û Moxolan êrîşê vê herêmê kirin. Wan jî navê gelek cihan guhertin. Teter û Moxolî nêzî tirkan in. Navên wan tirkî bûn. Piştre di serdema Osmanîyan de navên gelek cihan hatin guhertin. Ji bo mînak, Qeredax, wate çîyayê reş. Li Ranya jî navê çîyayek Kêwe Reşe, dibe ku Qeredax jî navê xwe ji vê derê girtibe.”
Di dewama axaftina xwe de Dr. Aram Elî destnîşan kir ku demek dirêj e dewleta tirk amadekarîyên xwe dike êrîşek berfireh ya çandî bîne ser Kurdistanê û wiha domand: “Ji bo mînak, peyva Tîmar, navê fermandarîyek ya Osmanîyan bû. Lê niha navê gelek gundên Kurdistanê Tîmar e. Ji bo pêşîgirtina vê erîşa çandî ku heye, divê pêngavek rewşenbîrane were avêtin. Ji ber ku dema em bi nav û dîroka xwe keyfxweş nebin em ê nikaribin pêşeroja xwe bibînin. Her wiha divê di navendên akademîyan de lêkolîn li ser dîroka navê van deveran were kirin. Ji ber ku tenê dîroknasên bîyanî lêkolînan li ser vê yekê kirine. Mixabin heya niha kurdan bi xwe tiştek wisa nekirine.”
‘Divê pêngav bê destpêkirin’
Welatîyê bi navê Salar Mihemed jî dîyar kir ku demeke wî boykota malên tirkî û temaşekirina filmên tirkî kirîye û wiha got: “Çawa pêngava boykota malên tirkî hate destpêkirin, divê bi heman awayî pêngavek ji bo guherîna navên tirkî jî were destpêkirin. Divê navên kurdî li cih û dikanan were kirin.”
Rojnameger Biryar Celal da zanîn ku ji bo kurd jî hêza xwe nîşan bidin, navên wan cihên ku tirkî ne biguherînin û navên wan yên kurdî lê bikin û ev tişt anî ziman: “Li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser rojavayê Kurdistanê gelê kurd amade ye xwe birçî bihêle, lê ne amade ye malên tirkî bikirin. Divê niha jî navên cihên tirkî, navên kurdî lê werin kirin.”
‘Bi daxwaznameyan dikarin navên dikan û kompanîyan biguherin’
Têkildarî guherîna navê cihên bazirganîyê,Rêveberê Giştî yê Tomarkirina Nava li Jora Bazirganî ya Silêmanîyê Xawer Zekî jî ev tişt dîyar kir: “Her kesek bixwaze navê cihê xwe biguhere daxwaznameyek pêşkêşî Jora Bazirganîyê dike û navek nû ji xwe re hildibijêre. Wê demê em jî temaşe dikin ger ji wî navî dubare nebe em tomar dikin.”
Cîgirê Serokê Şaredarîya Silêmanî Ako Elî têkildarî karûbarên guhertina navên cih an jî devera jî wiha got: “Divê welatîyên wê deverê bi rêya meclisên xwe daxwaza xwe pêşkêşî şaredarîyê bikin da ku cihên wan deveran were guhertin.”
Taxa Girê Spî û Serêkanîyê
Di dewama axaftina xwe de Ako Elî da zanîn ku ew navê cihên ku ne kurdî ne, ji kevin ve lê hatine kirin û got ku dema taxên nû yên bajêr têne çêkirin pêşnîyar dikin ku navek kurdî lê were kirin û her wiha wek mînak jî dîyar kir ku ji bo taxek nû ya bajarê Silêmanîyê wan pêşnîyar kirine navê wê taxê yan Girê Spî be yan jî Serêkanîyê be.
Weke welatî û dîroknasa dîyar kirin li alîyê boykota malên tirkî, divê navên tirkî jî li ser cih û deverên başûrê Kurdistanê werin rakirin. Ji bo ku bandora dagirkerîya dewleta tirk li ser Başûr û parçeyên din ên Kurdistanê werin rakirin.
Çavkanî: ROJNEWS / Dana Omer
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin