Gelê Stenbolê biryara xwe negûherand!
Encmaên hilbijartina Şaredarîya Stenbolê hat ragehandin. Li gorî encaman, Îmamoglu yê namzetê CHPyê 54% ji dengan bi dest xist û Bînalî Yeldirim namzetê AKPyê jî 45.1 bi dest xist.
Encmaên hilbijartina Şaredarîya Stenbolê hat ragehandin. Li gorî encaman, Îmamoglu yê namzetê CHPyê 54% ji dengan bi dest xist û Bînalî Yeldirim namzetê AKPyê jî 45.1 bi dest xist.
Bînalî Yeldirimê namzetê AKPyê pîrozbahî li Îmamoglu kir û ragehand: Dengên Ekrem Îmamogluli pêşiya dengên min e. Wisa xûyan e ku ew ê İmamoğlu ser bikeve ji bo serokatîya şaredarîya Stenbolê.
Yildirim di berdewamîya axaftîna xwe de got: Hilbijartin bi awayekî Demukratîk bi rêve çû.
Li beranber Ekrem Îmamoglu, CHPyê di daxûyaniyekê de ragehand: Pîrozbahîyê li gelê Turkîya dikim û tekez jî kir ku serkevtina CHPyê li Stenbolê destpêkeke mezine ji bo aştîya li Tirkîyeyê.
Herweha Îmamoglu daxwaz ji Komisyona Bilind a Hilbijartinên welatê xwe kir, ti sindoq ên dengdanê pûç neke.
“Sipasîya wan Kurdan dikim ku parêzvanên Stenbolê ne û di hilbijartinan de bawerî bi min anîne û dengên xwe dane min “
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin