Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGER li Amedê ji bo pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PAKê kirin
.
Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGER li Amedê ji bo pîroz kirina Cejna Qurbanê seredana PAKê kirin
Heyetên Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGERê rojên 11.07.2022 û 12.07.2022yê li Amedê seredana PAKê kirin û cejna PAKîyan pîroz kirin.
Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahît Aba û rêvebirên PAKê pêşewazîya heyetên Gelecek Partîsî,PSK, TDK-TEVGERê kirin, ji ber vê seredanê spasîya xwe anîn ziman û wan jî cejna her sê partî û tevgeran pîroz kirin.
Heyeta Gelecek Partîsî ji Serokê Teşkîlata Amedê ya Gelecek Partîsîyê Aydin Altaç û rêvebirên partîyê pêk hatibû.
Heyeta PSKyê ji endamê Meclîsa PSKyê û Serokê Teşkîlata Amedê ya PSKyê Hîdayet Fîdan, endamên Meclîsa PSKyê Vedat Dede û Ahmet Kilil pêkhatibû.
Heyeta TDK-TEVGERê ji Cano Amedî,Yûsûf Aydin, Îsmaîl Ay pêkhatibû.
12.07.2022
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin