Gelek welat êrîşa bi mûşek ya li ser Hewlêrê şermezar kirin
.
Rûpela Nû
Antony Blinken nerehetiya Amerîka ya li hember êrîşa Hewlêrê anî ziman
Derbarê êrîşa li ser Hewlêrê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê peyamek belav kir û got, îdareya welatê wan ji ber êrîşa li ser Hewlêrê gelek aciz bûye.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nerehetiya welatê xwe ya li hember êrîşa Hewlêrê anî ziman û serxweşî li malbata wî peymankarê Amerîkî kir ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.
Antony Blinken diyar kir, piştî êrîşê li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî axivî û soza piştevaniya Amerîkayê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê da bo hewildanên dîtina tawanbaran û cezakirina wan.
Piştî êrîşê şeva borî ya li Hewlêrê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê da zanîn, binkeyeke leşkerî ya Amerîkayê bûye armanc û ji ber wê jî peymankarekî Amerîkî jiyana xwe ji dest daye û leşkerek û 5 hemwelatiyên din birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê êrîşa mûşekî ya şeva din a ser Hewlêrê şermezar dike û piştevaniya xwe ji bo Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî nîşan dide.
Dominic Raab, Wezîrê Derve yê Brîtanyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê, êrîşa şeva din a ser Hevpeymanan a li bajarê Hewlêrê şermezar kir û ragihand; ev kiryar nayê qebûlkirin û gelê Iraqê jî milîsên çekdar efû nake, ku aramiya welatê wan dixin metirsiyê.
Wezîrê Derve yê Brîtanyayê piştevaniya welatê xwe ji bo Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nîşan dide ji bo lêpirsîna di encamderên vê kiryarê de.
Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada ya li Herêma Kurdistanê êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir.
Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada li Hewlêrê Ashley Durec, ji bilî şermezarkirina êrîşa mûşekî, piştevaniya welatê xwe ji bo xelkê Kurdistanê tekez dike.
Herwiha piştevaniya xwe ji bo hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bo lêkolînê, di vê êrîşê de nîşan da.
Berpirsa Nivîsîngeha Nûneratiya Kanada ya li Hserêma Kurdistanê di twîtekê de nivîsandiye, bi tûndî êrîşa ser Hewlêrê şermezar dike, ku bûye sedema kuştina kesekî û birîndarbûna hejmarek kesan.
Almanyayê li hember êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê bertek nîşan da û ragihand, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.
Wezareta derve ya Almanya bi daxuyaniyekê êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê ku şeva borî pêk hat, bi tundî şermezar kir û sersaxî da malbatên qurbaniyan û hêviya şifayê ji bo birîndaran xwest.
Di daxuyaniya xwe de Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje: “Em êrişa rokêtî ya li ser binkeya asmanî û bajarê Hewlêrê bi awayê herî tund protesto dikin.”
Wezareta Derve ya Almanyayê herwiha tekez dike: “Em dê mil bi mile Iraqiyan di şerê dijî terorê de û ji bo istiqrarê berdewam bin.”
Pêştir jî welatên weke Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Holande, Tirkiye û Brîtanyayê êrîş bi tundî şermezar kiribûn.
Şeva Dûşemê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 21:30 çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê.
Çend çavkaniyan ji Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji medyaya welatê xwe re gotine, 14 mûşek li derveyî Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê [ li nêzîk binkeya hêzên
Wezareta derve ya Tirkîyê, êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê şermezar kir.
Wezareta Derve ya Tirkîyê bi beyanekî nivîskî, Ji bo gelê Hewlêrê, Hikumeta Herêmê Ya Kurdistanê, Hikumeta Iraqê û ji bo endamên Kolasîyona Navneteweyî ya ew jî têdene sersaxîyê xwest û hêvîyên xwe yên dersbûyînê pêşkêş kir.
Û ”em pê pawanin ku hikûmeta Iraqê dê va kesên bi tawan û yê piştgirên wana bi lez tespît bike û radestê dadgehê dike”.
Di beyanê de; ”Êrîşa bi mûşek ya li hember Hewlêr û derên sivîl jî ji xwe re kirîye armanc bi tundî şermezar dikin”.
Ji Almanyayê daxuyaniya êrîşa ser Hewlêrê
Bertek û daxuyaniyên şermezarkirinê yên êrîşa ser Hewlêrê berdewam dikin. Piştî Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Holande, Tirkiye û Brîtanyayê Wezareta Derve ya Almanyayê jî êrîşê bi tundî şermezar kir.
Wezareta derve ya Almanya bi daxuyaniyekê êrîşa mûşekî ya li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û sersaxî da malbatên qurbaniyan û hêviya şifayê ji bo birîndaran xwest.
Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanya de hat gotin, emê di şerê terorê û bidest anîna aramiyê de li gel Iraq û xelkê Iraqê bimînin.
Siûde, Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Îmarata Erebî, Urdin û Misrê ew êrîşa teroristî şermezar kirin.
Wezareta Derve ya Siûdiyê di daxuyaniyekê de êrîşa teroristî ya şeva borî li ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, Siûdiye êrîşa li ser teroristî ya li ser Hewlêr û firokxaneya wê şermezar dike, ev êrîş li ser ewlehî û aramiyê Iraq, navçeyê û geştên asmanî gef e û keda hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya alîkariya bi Iraqê re û şerê li dijî DAIŞê lawaz dike.
Sekreterê Encûmena Hevkariya Kendava Erebî Nayif El-Hicrif êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û hevbendiya Encûmenê bi Iraqê re ji bo şerê li dijî terorê û bicihkirina ewlehî û aramiyê li Iraqê nîşan da.
Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îmarata Erebî êrîşa teroristî ya li ser Hewlêr û derdora wê şermezar kir û ragihand, “Îmarata Erebî her dem van tawanan û hemû awayên tundûtûjî û terorê yên ewlehî û aramiyê têk didin bi tundî red dike.
Herwiha Wezareta Derve û Hevkariya Navdewletî ya Îmarata Eredî hevxemiya xwe ligel malbatên qurbaniyan nîşan da û hêvî xwast birîndar zû baş bibin.
Wezareta Derve ya Urdinê, bi daxuyaniyekî êrîşa teroristî ya li ser Hewlêr şermezar kir û ragihand, armanc ji wê êrîşa teroristî, têkdana ewlehî û aramiya navçeyê ye û li dijî hemû binemayên mirovahiyê ye.
Li gor ajansa “Betra” a Urdinî ku li ser zarê Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê belav kir, “Şahinşahiya Urdinê bi her awayî tundûtûjî û terorê red dike ku hemû civakê bê cudahî dike armanc.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Urdinê sersaxî li malbatên qurbaniyan kir û hêvî xwast birîndar zû baş bibin.
Wezareta Derve ya Misirê di daxuyaniya xwe xwe êrîşa li ser Hewlêr şermezar kir û hêviya başbûna bi zû ji birîndaran re xwast û piştgîrîya welatê xwe ji bo Îraqê tekez kir.
Şeva borî hejmarek mûşek li nava bajarê Hewlêr ketin û binkeyeke Hevpeymaniya Navdewletî ketin û wê derbarê de Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, di encama êrîşê de li nava firokxaneyê kesek hat kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn û li nava Hewlêrê jî 3 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe diyar kir jî, piştî bûyerê, dezgehên Dijterorê, Asayiş û Polîs bi hevkariya hêzên Hevpeymanan dimildest dest bi lêkolînan kirin û cihê otomobîla ku mûşek jê hatin avêtin hat dîtin ku otomobîlek ji cureya “Kia” ye û li ser riya di navbera Hewlêrê û Giwêrê de bû.
Herwiha diyar kir, lêkolîn berdewam in ji bo eşkerekirina ew kesên ku li pişt vê êrîşê ne. Xelkê Hewlêr û Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku hemû kesên destê wan di vê êrîşê de hene û êrîşkerên vê tawanê aşkere û riswa dikin û tên cezakirin.
Rûpela Nû/Dîyarbekir
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin