GELÎYÊ ZÎLAN!
Rûdaw, li ser komkujîya Gelîyê Zîlan bi navê “Esmanê Sor: Komkujiya Geliyê Zîlan 1930“ xebatek biqeyd û bibelge tomarkirîye û di 24.09.2020an de xist programa weşanê. Bi dehan “Şahidhalên Komkujîya Gelîyê Zîlan“ re roportaj û axivtin pêk anîye. Xebatek hêja ye.
“Şahidhalên Komkujiya Geliyê Zîlan“ tiştên ku bi çavê serê xwe dîtine, ji mezinên xwe guhdarî kirine, bi qasî ku tê bîra wan, yek bi yek, ta di derzîyê re derbas dikin û vê komkujîya ku dewleta Tirk, di 13ê Temûza 1930an de li 12 Gundên Gelîyê Zîlan anîye serê kurdan, tomar kirine. Hêjaye her Kurd vî fîlmê tomarkirî bibîne û van şahidên komkujîyê guhdarî bike, an jî beşa nivîskî bixwîne.
Tirkan, li her komkujîya berxwedanên Kurdistanê eynî metod, yek ji a din dijwartir, bêmirovanetir, barbartir meşandîye. Li Koçgirî, li Berxwedana 1925an, li Berxwedana 16ê Gulana 1926- Temûza 1930 a Agirê, li komkujîya Dersim heman metod bikar anîne.
“Artêşa Tirkiyê, destpêka Temûza 1930an bi fermandariya Derwêş Begê, yekîneyek şande Geliyê Zîlan ser bi navçeya Erdîşa Wanê. Wê yekîneyê di 2 hefteyan de bi hinceta ku piştgirî dane serhildanê, komkujiyeke mezin kir. Şahidên wan rojan dibêjin zarok, jin, pîr û kal jî tev de nêzîkê 45 hezar kes bûne qurbanî.“
Komkujîya Gelîyê Zîlan di rojnameya Cumhurîyetê de bi van serxeberan destpê kirîye;
“Paqijkirinê destpê kir. Yên di Gelîyê Zîlan de hemû hatin ji navbirin. Ji wan yek kes jî rizgar nebûye” (13 Temûz 1930, Cumhurîyet)
Wê demê di Gelîyê Zîlan de 12 Gund ketine ber tofana Barbarîya tirkan. Zarok, jin, kal û pîr, çi ketîye ber hukmê tiving û mîtralyozên wan barbarên artêşa tirk, bê gule nemaye. Qefle bi qefle hatine kujtin. Hinek di bin laşên kujtîyan de birîndar mane û filitîne. Îro hîn jî hinek ji wan saxin. Ew şahidê vê komkujîyê ne. Yek ji van Tahir Nas e.
Tahir Nas, şahidîya barbarîya tirkan a bi çavê serê xwe dîtîye awa tîne ziman:
“Kafirê kafir, eskerên kafir, ketin nav xelkê kuştî, jin werdigerandin, zêr an moriyên di stoyê wan de derdixistin û dibirin, ji ber jin bi xemlê xwe çûbûn. Min bi xwe dît, Xwedê tu heqî, di destê jineke naşîl de, miribû, wiha li piştê ketibû, destê wê bilind kir, kir nekir gustîlk derneket, tê bîra min, hema li ber serê min, tiliya wê şikand û gustîlk derxist.”
Qefle bi qefle, li ser cûreyên kujtina kurdan li Gelîyê Zîlan xwîn mîna avê herikîye. Qûçên laşên qira Gelîyê Zîlan, wek avahîyan bilind bûye. Di bin van quçên kûjtîyan de kesên birîndar, an jî gule li wan neketî, ji komkujîyê filitîne. Yek ji wan jî Abdulbakî Çelebîye.
Abdulbakî Çelebî, vê barbarîya leşkerên tirkan awa tîne ziman:
“De wê çaxê li wê derê binêr ji gundê me yek navê wî Emîn bû, yek Mistefa yek jî ew Mistefayê din, yek Tahir, Sofî Elî, Tahirekî din evana di bin cenazeyan de mabûn û gule li wan neketibûn. Yek diduyê wan, Tahirê Biro birîndar bû.”
Komkujîya yekem a Komara tirkan Komkujîya Koçgirî ye. Di sala 1921 an de pêk anîbûn. Gelîyê Zîlan Komkujîya duyem e.
Piştî têkçûna berxwedana 1925an, beşek ji hêza çekdarî a serhildan a 1925an; eşîrên herêma Serhedê bi serpereştiya Broyê Heskî Têlî 16ê Gulana 1926ê dixwazin ku derbasî hidûdê Îranê bin û ji wir jî derbasî çiyayê Agirî û li derdorên wê bicîh bibin. Pêşî li wan têt girtin û piranîyên van çekdar û serkêşên leşkerî bi xayîntî tên şehîdkirin. Beşek ji van çekdaran derbasî çîyayê Agirî dibin.
“Artêşa Tirkiyê 14-27 Îlona 1929ê li Çiyayê Tendurekê dest bi êrîşeke berfireh dike. Bi biryara jimare 8692 a hikûmeta Tirkiyê ya 9ê Kanûna 1929ê, Hezîrana 1930ê hêzeke zêdetir digihîne herêmê û bi 10 hezar leşkeran Çiyayê Agirî dorpêç dikin. Destpêka Temûza 1930ê serhildan têk diçe.”
Bi destpêka têkçûna berxwedana Agirî re, dewleta tirk li herêmê dest bi komkujîyan dike. Li herêmê her kurdê ku dikeve destê wan, ya dikuje, an digire, an jî surgûn dike. Li gor qeydên wê demê 45 hezar Kurd hatine qetilkirin. Ji van li dor 15 hezaran; li Gelîyê Zîlan, tev zarok, jin, pîr, kal hatine qetilkirin. Bi qasî ku hayê gundên Gelîyê Zîlan ji berxwedanê nebûn jî, ji komkujîyê nephatine rizgar kirin. Dewleta Tirkan bi vê komkujîyê peyama ku dide kurdah eve; „hûn di berxwedanan de cîh bigirin jî negirin jî, hûn kurdin û ji min re dijmin in”(!)
Her Kurd divê bizanibe ku, barbarîya tirkan, zilm û zordarîya wan li ser esasê tinekirina kurdan hatîye birêk û pêk kirin.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin