Gelo dê HSD tevlî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bibe?

Gelo dê HSD tevlî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê bibe?

.

A+A-

Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê Hesen Dexîm got, "Heta ku HSD çekên xwe daneyne dê di çarçoveya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de cih negire."

Hesen Dexîm li ser amadehiyên Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê axivî.

Berdevkê Komîteya Amadekar got, "Komîte rengîniya Sûriyeyê û diyaloga guherîna ramanan li ber çavan digire, ne xwenîşandana leşkerî.

Ti derfet ji bo taîfegeriyê di kongreyê de nîne û armanca me parastina yekparçeyiya axa Sûriyeyê û gelê wê ye."

Berdevkê Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê got:

"Dem û hejmara beşdaran hemû ji bo gotûbêjan hatine hiştin û dê di rojên pêş de were ragihandin.

Komîte dê di dawiyê de beyannameya xwe belav bike, her wiha rêbaza xwe ya navxweyî jî dê binivîse.

Pîvanên niştimanî û paqijî ji bo diyarkirina kesayetiyên kongreyê tên şopandin, ew kesên di kuştina welatiyên sivîl de destê wan hebûye dê beşdarî kongreyê nebin.

Heta ku HSD çekên xwe daneyne dê di çarçoveya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê de cih negire.

Ji bilî dadgehê ti cihekî Malbata Esedan nîne."

Hikûmeta Şamê doh ji bo amadehiya Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê komîteyeke 7 kesî pêk anî.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser komîteyê ji Rûdawê re got:

"Ti endamên wê komîteyê ne Kurd in û ji bo vê yekê jî ti gotûbêj bi me re nehatine kirin."

Serokkomarê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şer biryara avakirina komîteyê da.

Li aliyê din heta niha HSD û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser Kongreya Diyaloga Niştimanî ti daxuyanî belav nekiriye.

Endamên Komîteya Diyaloga Niştimanî ya Sûiyeyê ev in:

  • Birêvebirê Beşa Manewî ya Artêşa Niştimanî: Hesen Dexîm
  • Nivîskar û lêkolerê nêzîkî Desteya Tehrîr El Şamê: Hesen Dexîm
  • Birêvebirê Çavdêriya Tenduristiyê: Mihemed Mestet
  • Serokê Encûmena Şûra ya Desteya Tehrîr El Şamê: Mistefa Mûsa
  • Birêvebirê Ofîsa Siyasî ya Desteya Tehrîr El Şamê: Yûsif Hecir
  • Seroka Rêxistina Taybet a Perwerdehiya Jinan: Hind Qibwat
  • Birêvebirê Herêmî yê Desteya Hawarhatina Mirovî ya Navneteweyî: Huda Etasî

Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin