Evdirehmanê Gundikî

Evdirehmanê Gundikî

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Gelo em miletê Kurd dê bikarîn di nêva pêlên daryayê vê sedsala bihê de melevanîyê bikîn?

A+A-

Evdirehmanê Gundikî

Piştî sedsaleka bi derd û kulan ve, li ser me miletê kurd re derbaz birî û di vê sedsala bihê de, gelo em dê bikarîn keştîya xwe ya bindestîyê ji nêva vê deryaya bêbinî de bi serbilindî bigihînîn qefê; an jî em dê wekî sedsala bihûrî de careka dî jî di dojeya bindestîyê de bixeniqîn! Wekî dîyardibe ku şerê vê sedsala bihê yê hatî û bivê nevê, yê li berderîyê mala me birî mêvanê. Ev dem û dewrana bihê dikare ji bo me bibe dewreka bixêrê û em ji derd û kulên bindestîyê rêzgar bibîn. Herwiha jî hegî em bi şarzayî neçîn di nêva vê pirsê de, çêdibe ku em bisedsaleka dî jî di nêva agirî dojeya herêmê de bisojîn. Ez dê bixwazim ku hinekê biçavdêrîyeka neteweyî ve li ser rewşa me miletê kurd û ya herêma rojhilata nêvê û ya nêvneteweyî ya di vê serdemê de jî rawestim. Dema ez wekî kesatîyekî yê kurd û Kurdistanî berê xwe didim vê pirsê. Ez dixwazim destê xwe danim li ser birînên birîndarîya miletê xwe ya bi sedên sala ye ku em di dijoyeya bindestîyê de disojîn. Ez ne ku şîretan, an jî gazindan ji kesê dikim. Ez dixwazim balê bikêşim li ser bêser û berîyên me yên sîyasî û civatî û ders ji mêjûyê newergirtina me miletê kurd.

Piştî Sedam, qatilê miletê kurd û Kurdistanê, bi jehrebarankirina Helepçeyê û enfalên li ser miletê kurd de hanî û ev cîhana quweta medenîyetê jêre bêdeng mayî. Sedamî timayîya dagirkerîya Kuweytê jî kir û Kuweyt dagirkir. Dêwên vê cîhanê ji xewa giran rabûn û di bin peymandarîya Emerîkayê de hêrişî Sedamî kirin, ew û desthilatdarîya wî ya sûnî ji taqetê êxistin. Di vê bûyarê de meshepşîîyên Iraqê û miletê kurd hinekê bêhna xwe hilidan û bi serxwe ve hatin. Hêza şîîyan di Iraqê de piranî û xwidan xweyî bûn û bûn xwidanê dewleta Iraqê. Kurd bi welatê xwe Kurdistanê ve di Iraqê de di kêmasîyê de bûn û têr neyar û bê xwdan bûn.

Belê miletê kurd û sîyasetmedarên xwe ve bişarzatî û bi yekdengîya ya wê demê ve karîn bala zirhêzan û dijminên xwe jî bal xwe de bikêşin. Parastina kurdan hinekê dihat hesabê hevpeymanîya Emerîkîyan jî; dîyar dibe ku mesleheta hevpeymanîyan ya di vê sedsala bihê de, hinekê li parastina miletê kurd û Kurdistanê jî heyî. Desthilatdarîya başûrê Kurdistanê di vê rewşa lawazîya Iraqê de karî, bibe xwidanê sîstemeka federalîyê di Iraqa ji halketî de. Belê nayê wê wateyê ku milet û hêzên sîyasîyên Iraqê û herêmê jî ev destketîyên miletê kurd bi hemdê xwe pejirandîn.  Du dewletên ji halketîn û du dewletên zirhêzên herêmê ji van têkilîyên hevpeymanîyan û Miletê kurd, diltenk bûn û tirsa avabûyina Kurdistaneka serbixwe di dilê wan de peyda bû.

Van herdu dewletên li serpêyan mayîn; ji bona nehêlin miletê kurd û bi teybetî, başûrê kurdistanê ji vê rewşê sudbigire, wan bi şêweyên plangerî û nehênî ve destên xwe dirêjî di nêva pirsa kurd û Kurdistanê de kirin. Di destê pêşîyê de şerên bi nêvxweyî di nêva miletê kurd û Kurdistanê de danpêş û kurd kujîyê di Kurdistana azad de destpêkir. Dagirkeran dizanîn êdî ew dê nekarin wekî ji berîya hatina hevpeymanîyên Emerîkayê bi tang û firokeyên xwe ve hêrişî miletê kurd û Kurdistanê bikin. Herdu dewletan jî; ji alîgê ve têkilîyên bi hevsûtîyê (cîranetîyê) bivê nevê, bidesthilatdarîya başûrê Kurdistanê re danin.  Ev ji bo miletê kurd destketîyeka neteweyî ye ku zirhêzên vê cîhanê û neyarên miletê kurd jî bihên û li ser merşiga kurdan mil bi milên berpirsên kurdan re li binsiha lalaya  Kurdistanê ve gengişeyên pirsa herêmê bikin. Belê pêwîstî pê heyîye ku em miletê kurd bi şarzayetî bikarîn dost û dijminên xwe ji hevdu vavêr bikîn û dostan zêde û dijminan kêmbikîn. Em dê bihên û li sernîyetên van herdu dewletên mixatabên pirsa kurd û Kurdistanê, rawestîn.

1.Desthilatdarîya Îranê destê xwe avêt hêza şîîtîyê ya Iraqî û dirêjî hîlala şîîtîyê li ser rêya Silêmanî, Kerkûk û Şingarê re giheştand Suryeyê û Libnan, Xeza, Lîbyayê û Yemenê re quwetaka terorê avakir û ji hevpeymanîyan re got: Ez di herîma rojhilatê de heyîme û bi bêminetî şerê dijî guhertina vê sedsala bihê kir. Herwiha jî li dijî Îsraîl û hevpeymanîyan û miletê kurd jî mebesta xwe bi aşkereyî ragihand. Bi gorayî dîtina Melayên desthilatdarîya Îranê, Emerîkî û hevpeymanîyên xwe û du miletên herêmê jî, Israîlî û kurdan ve bi hevre hevpeymanîyaka bi dilxwazên guhertina sîstema rojhilata nêvê ne. Ev desthilata Îranê dê bi hemî karînên xwe ve lê bixebite ku nehêle ev hevpeymanîya van miletan bi hevdu re, rêvebiçe. Di mêjûyê de, tidesthilatdarîyên Îranê, nebirîne dostên miletê kurd û Israîlîyan û dê ticaran jî nebin dostên, van herdu miletan û hevpeymanîya emerîkîyan jî.

2. Em dê bihên û hinekê jî li ser desthilatdarî û avabûyina cimhurîyeta tirkan jî rawestîn. Ev cimkurîyeta tirkan, li ser paşmayîyên osmanetîyê û li ser madilekirina miletê kurd û Kudistanê avabirîye; gelo ve desthilatdarî dê çawe bibe dosê neyarê xwe miletê kurd û Kurdistanê? Desthilatdarîya tirkan di destê pêşîyê de, xwest bi rêya têgiheşta Osmanîtîyê re, destên xwe dirêjî dijîtîya vê hevpeymanetîyê bike û destê xwe bavêje herêmên di mêjûyê de ji alîyê Osmanîyan ve hatîbûn dagirkirin û bi nejixwe ve mehdenîyet birîbûn wan deran; belê  ew serneketin ku ji bona wan dagirkerî birîbûn wan herêman, ne ku mehdenîyet.

Dest hilatdarîya tirkan di vê pirsê de serneket. Belê tirkan bi rêya duyê re hinek destketîyên bi gorayî meslehata xwe bi vî şêweyî ve bidest xwe ve hanî. Tirkan destên xwe avêtin nîvê çovî re girtin û karîn herdu alîyên quwetên vê cîhanê bêdeng bihêle û bêje mafê min yê nêvneteweyî ye ku ez şerê PKKê ji derveyî hidûdên xwe de jî bikim. Sîyaseta xelet û kolana kolaneyên bajarên bakurê Kurdstanê û xendekên li Efrînê hatîn kolen; ji bona tirkan bûn rêxweşkera, dagirkirina Efrîn û bêdengîya van herdu zirhêzên cîhanê, rê ji hêrişên tirkan re vekirin ku ew dakevîn di nêva axa Suryeyê de jî. Di vê rewşê re hevpeymanîyeka ne dîyar di nêva PKKê û dewletên herêmê de dîyardibe. Gelo ev çihevpeymanîye û çawe çêdibe? PKKê dibêje dema avabûyina dewletên neteweyî derbaz birîye û çênabe ku miletê kurd doza avakirina dewleteka Kurdistanî bike.  Desthilatdarîya tirkan û civata xwe ve jî dibêjin dengê( ke) ya Kurdistanê li ser banê heyîvê jî bihê guhê me, em dê wê heyîvê bi serê vê cîhanê de biroxînîn; ev jî dibe huyê wê çendê ku ev herdu hêz bibin hevpeymanîyên hevdu.

Ji bona ku em miletê kurd bikarîn pêşîyê li lehîztogên van dagirkeran bigirîn; di destê pêşîyê de pêdivî pê heyîye ku em miletê kurd û desthilatdarîya xwe ve, van pirsên di nêvxweyî de zelal bikîn. Gelo, pirsên me yên bi nêv xweyî çi ne? Di destê yekê de du têgiheştên cida cida yên li serpirsa kurd û Kurdistanê yên li sernavê kurdan, dinêva miletê kurd û Kurdistanê de heyîn û bi şêweyekî hişk dijberîyê bi hevdu re dikin. Ev herdu têgiheşt ji bona civata kurd nezelalin. Heta ev rewş neyê zelal kirin, miletê kurd dê nekare bizane ji van herdu têgiheştan kîjan ji wan ya çareserîya pirsa neteweyê kurd û Kurdistanê ye û kijan jî; ji  wan ya rêya xapandinêye! Ev hêz û kesatîyên dibêjin, pêwîstî li avakirina dewleteka Kurdistanî tinîne û dibêjin em dê gelên vê cîhanê rêzgar bikîn; gelo ev gotin karê me miletê kurd e û di karîna me de ye; anjî rêyeka bi hevpeymanîya dagirkeran e? Ev hêz û kesatîyên neteweyî û dibêjin em ji pirs û mafên xwe yên neteweyî, berpirsîn û ji taqeta me zêde ye ku em pirsên vê cîhanê çaresr bikîn. Ev herdu têgiheşt di Kurdistanê de nikarin bibin rêwingîyên yek rêyê! Hegî yekdengîya me ya daxwaza neteweyî çêne be û miletê kurd di destpêka vê sedsala li pêşîya me de ye, qirara xwe nede, çêdibe ku em bi sedsal dî jî di agirê dojaya herêmê de bisojîn!

Evdirehmanê Gundikî.

13.02.2024

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin