General Michael Erik Kurilla: Kurd hevpeymanên jêhatî û cihê bawerîyê ne
.
General Michael Erik Kurilla çav li rê ye bibe Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) di bersiva xwe ya pirsa Senator Jim Inhofe de, pesnê jêhatîbûna Kurdan da û got, “Bi rastî hevpeymanên xwedî şiyan û cihê baweriyê ne.”
Fermandarê Hêza 18 ya Artêşa Amerîkayê General Michael Erik Kurilla, bi fermî ji bo posta Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê hatiye namzedkirin û tê çaverêkirin piştî pesendkirina Encûmena Pîran cihê fermandar Kenneth McKenzie bigire.
Senator Jim Inhofe li ber lijneyeke Encûmena Pîran a Amerîkayê pesnê Kurdan da û berê xwe da General Kurilla û got: “Fermandar Kurilla, min gelek caran serdana Mesûd Barzanî, hevrêyê me yê li Hewlêrê kiriye, Kurdên Iraqê yek ji wan in ku cihê baweriyeke zêde ne û li gor min divê hûn piştrast bin ji wê ku berdewam bin li ser pêşkêşkirina piştevaniyeke baş bo Kurdên hevrêyên me û bi hevahengî li gel hikûmeta Iraqê.”
Herwiha Inhofe pirs ji Kurilla kir, “Gelo tu jî hevnêrîn î li ser berdewambûna pêşkêşkirina piştevaniya berdewam û baş ji bo Hêzên Pêşmerge, bi mebesta qayîmkirin û pêşxistina bihevrekarkirina me û berjewendiyên me yên hevbeş li herêmê? Gelo di çarçoveya ezmûna xwe ya şexsî de, tu jî hevnêrîn î li ser vê?
General Michael Erik Kurilla jî di bersiva xwe de got: “Birêz senator min li gel Kurdên hevpeymanên me kar kiriye û min dîtiye ku ew cihê baweriyeke zêde ne û gelek bi şiyan in. Sala 2004an di yekem serdana xwe de bo Iraqê de, min li gel wan kar kiriye û paşê jî 2014an di erka rûbirûbûna terorê de min li gel wan kar kiriye ku ji bo min derketiye; (Kurd) bi rastî hevpeymanên xwedî şiyan û cihê baweriyê ne.”
Herwiha Kurilla li ser dosyeya `çekdarên DAIŞê û kesûkar û zarokên wan ên li Kampa Holê û zindanên Rojavayê Kurdistanê` ragihand, “Li gor min divê, bi rêya hikûmet û hewlên navdewletî alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bê kirin ji bo vegerandina beşek ji wan desteserkiriyên DAIŞî ku nêzikî 10 hezar desteserkiriyên DAIŞê li nav çendîn navendên desteserkirinê ne û artêşek ji DAIŞê li wê derê ye ku me dît li Hesekê êriş birin ser zindanê. Herwiha 60 hezar endamên malbatên DAIŞê hene û zêdetirî ji %80 ji wan jin û zarok in û di nav kampa Holê de ne û dizanin ew di bin helmeta guherîna bîr û baweriyê de ne. Lewma divê di wî warî de hikûmet û hewlên navdewletî alîkariya HSDê bikin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin