Gêra Welêt
.
Nuri Aldur
Em di kel kela germa havînêde, temûza îsal, çûne welatê xwe – yanî bakurê Kurdistanê. Me dema xwe yî tatîlê bi çûn û hatina li çar bajaran û dû gundan derbaskir. Evan cihan Mêrdîn, Midyad, Nisêbîn û Kiziltepe bûn. Gund jî Mizîzex û Kertwênin. Zîyareteke kin jî me bo gundêkî ku navê wî Kelihê´ye kir.
Li hinek ji van deran xizm û dostênme hene û derêndin jî me zîyaret dikirin. Çavkanîya minî van dîtinên ku ezê nûha bo we xwendevanan pêșkêșbikim sohbetên li gel xizm, dost û hevalanin û helbet tiștên ku mi be xwe jî dîtin û analîzênminin ku naveroka nivîsê çêdikê û temam dikê. Alîkarîya zaro û malbatê jî – bi qanaat, texlîl û balkêșên wan(em pênc kesbûn) – gihamin, ku ez bikarim van analîzan bikim; ji ber ku ewan li Swêd bûne, mezinbûne, xwendine û nûha jî kardikin û hingî ewan dikarin bi çavêndin li meselan binerin û bi awayêndin șîrove bikin.
Nisêbîn di awayên ekonomi û sosyalde ketîye rewșeke xerab û di van awayande hemû pêșketin û bașbûn sekinîne û heta merov karêt bibêjê ku pașketîtir jî bûyîye. Bê goman gelek sebebên wê hene ku çima Nisêbîn bûyîye mîna gundekî mezin. Sebebek jê ewe ku derîyê hududê Nisêbîn û Kamișlo hatîya girtin û ev tișt bûyîye kambaxîya ticaretê: ew sûka kaçaxçîya ku berê bi hurm û gurmbû nemaye û wan deran cihên xwe bo feqîrtî û xezanîyê hiștîye. Sebebekdin jî eve ku sîyaseta dewletê û șerê xendekan gel perîșan kir û Nisêbîn izolekir. Piștî șerê xendekan gelek halxweș/dewlemend û kesên karmend/xwende ji bajêr barkirin û çûne bajarêndin.
Rewșa Midyadê ji ya Nisêbînê gelek gelek baștire; ticaret û haraketa ekonomîyê aktîv û zêdeye. Otêl û restorantên modern û bi kalîte pirin.Çûûn û hatina kesên ji derve bo Midyadê ne kême û eve jî noktekî girnge ku bajêr ekonomîk û sosyal pêșdixê. Noktekîdin ku di pêșketina Midyadêde giringe ku merov divêt bizanibê jî eve ku partîya rejîmê li ser hikme û Midyad ne mîna Nisêbînê kurdewarîya. Nisêbîna feqîr û belengaz hema bêje ku hemû kurdin – lê Midyad ji kurd, mihelmî û sûryanîya ava dibe. Misilmantî û mesihîtî du dînên domînantin li Midyadê. Meselan eșîr û karucuyan jî noktekedine ku merov pêwîste bi hizire. Metoda sosyolojîk li Midyad û Nisêbîn jev gelek cûdaye.
Mêrdîn ez șaș û mașkirim – helbet bi awakî pozitiv. Mêrdîna nû, ku xwe berdaye rexê Amed û Kiziltepe, rê, xanî û avayîyên gelekî xwedî standardên bilind û moderne. Me maxazeyên çend qat û bilind dîtin, ku merox xwe li NK anjî PUB a Stockholm hisdikir. Gelek paqij û delalbû. Tiștekîdin ku pir balamin kișand û kêfxweșkirim ewbû ku Mêrdîna kevn(ku min heșt salên xwe/xwendekarîya xwe lê derbaskirîye) baș û xweș parastina, ketîye lîsta UNESCO û gelekî paqije û paqij dihêlin. Bê goman li vir jî gelek sebeb hene ku çima dewlet gelekî guh dide Mêrdînê û li gor bawerîyamin hinek ji van sebeban evin; zilamên dewletê yên derecebilind(walî, bûrokrat, general, tûcar) li virin. Li Mêrdînê jî – mîna Midyadê – ereb û sûryanî hene û helbet evan milîyetan ne mîna kurdan dijî dewletêne. Helbet em vê jî bibêjin ku li van her du bajaran ne hemû kurd jî hevalên kurdewarîyêne.
Rewșa Kiziltepe, mi hinek șibande Nisêbînê – lê ji ber ku li gel Mêrdîna nû hema bêje ku coxrafîk bûyîye yek – piçek ticaret û transport heye û ev jî jîyana kiziltepeyîyan baștirdike. Lê li wir jî feqîrtî û rebenî gelekî xwîyadike. Kiziltepe jî bajarekî xwerû kurde û dewlet bi hemî awayên vekirî-girtî/dîrekt-îndîrekt mûamela zaroyan ne ji dê li gel Kiziltepeye reben dike/ceza dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin