Gera welêt: Gundê Kelihê -3
Kelihê gundekî li ser çîyakî bilindî ser Serê Avêreye û pir nêzîkî Serê Avêye. Kelihê jî mîna Serê Avê di nabeyna Midyad û Nisêbînêdeye, lê ew nêzîktirî Nisêbînêye. Tiștê herî balkêș eve ku ev kaș anjî çîya pir bilinde û li serê vî çîyayî xanî, mal û gundî hene. Kengî ev gund ava bûyîye û xwedî çi tarîxe ez nizanim. Lê ew bilindbûn û manzara der – û dor ji gund gelekî entresant, balkêș û yeganeye/ûnîke. Helbet çêbûna trêmbêlan û çêkirina rêyan wek hemî kesan jîyana kelihîyan jî hêsantir kirîye; lê dîse jî xwedîkirina heywanan û çûn û hatina zarokan bo dibistanê (dibistana gund ne li serê kêșe – ew li binê kêșe) bi meș û lapta fizîkîye û ev ne tiștekî wa rehet û hêsana, lê tu çarêdin jî nînin.
Noktekedin ku balamin kișand jî ew bû xanîyên kelihîya bixwe jî bilindbûn û xwedî derencên bilind û zîk-zakîbûn. Min ji kelihîyekî pirsî ku ma pîr/yextîyar çawa di van xanîyande dijîn – bersiva wî ya kurt û rast ev bû: ”wala ji yextîyarare zore”. Her çiqas jîyana rojana li Kelihê zor û zahmet jî bê; hawa wirî paqij, wêne- û manzarayên bihiștî ku ne nasîbê her kesîne - Kelihê û kelihîye xweștir dikeye, wan xwedî privîlegîûm(îmtîyaz) dike û belkî jî ewan xweștir dijîn û jîyana kelihîyan ji yên din dirêjtir û bi kalîtetir dibeye. Ez hîç ecêbmayî namînim ku dewleta tirkan rojeke berdê kelihîyan ji mal û warên wan, ji gundê wan û radaran(mîna yên keliha Mêrdînê) li serê çîyayê Kelihê bi cih bike. Û hingî jî wê jîyana kelihîyan mina gulan bi çilmisê û wê jîyana wan nexweș û bê kalîte bibet. Lê bi hêvîyên ku wa nebet.
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin