Geştname: 5 - Kerkûk, Gorên Bi Komel
Dotira rojê (17.06.2003), em bi peyatî derketin û ber bi goristana mezin ve çûn. Di rê da Kek Ehmed, ku heta niha li ser pirsgirêka Kerkûk karên hêja kirîye, gotinek gelek balkêş kirin, ku yek ji wan xurttirîn argumente ji bo kurdayetîya Kerkûkê bû, min heta niha bihîstîye: “Ev goristana mezin û kevin, goristana Kurdan e û ez dikarim heta 6 - 7 baban ji malbata xwe di vê goristanê da destnîşan bikem. Ma kes ji Turk û Ereban jî, dikarin vî yekê biken ? Eva jî nîşana wê ye, ku Kurd di bajarê Kerkûk da xwedan dîrokeka dûr û dirêjin. De bila Turk, yan jî Ereb goristanek hingê vê mezin û kevin nîşan biden, emê jî bawer biken, ku Kerkûk bajarê Turk û Ereban e jî”. Em birin ser hindek goran, ku ne wek yên din bûn. Di cihekî nêzikê 100X200 m da, gor hatibûne vekirin û li ser goran cil û bergên Kurdî hebûn. Cil û bergên jinan, yên mêran yên kalan.. pêlavên lastîk, ku li Turkîyê jê ra Terapîzon digotin û cil û bergê her awayê her rengê û her mezinayê...
Kek Ahmed bi me dan zanîn, ku eva yek ji wan goren bi komel bû û li hemû cîhanê hatibû dîtin û bilavkirin. Hejmarek mezin ji Kurdan kuştibûn û di kuncekî goristanê da, bi cilên wan ve çal kiribûn...
Bêhna tîjê Enfal, Helebce, Holocaust, Gelîyê Zîlan... ji ber kepîyê mirov bilind dibû.
Me dijminên bi rastî jî ne asayî (ne normal) hebûn, ku li hemû cîhanê bi nemirovî û hovîtîya xwe ve hatibûn nasîn...
Raste tu cendek li wê nebûn, lê cil û bergên li ser goran hatibûn raxistin, da malbatên wan binasin, bi serê xwe jîyanek derdidan. Jîyana li jêrdestê, zilm û zor û xwînrêjî û hovîtîya kes û sîstemên dij bi mirov nîşan didan.
Hingê mirov tiştê weha nabîne, ji mirov ra dûr, wek gotinok tê... wek çêrokan tê... lê niha mirov bi çavên serê xwe dibîne û ...
Me wêneyan girt, lê ji wê jî bêtir me nekarî, ku em bimînin û lê binêrin...
Gelek kes, ji cil û bergan, endamên malbata xwe nasîbûn û paşmayîyên cendekan wergirtibûn. Gelek caran û li gelek cihan me dibîhîst, ku niha grupek şehîd hatine dîtin, yan nasîn û wan carek din bi destên xwe di goristanan da çal dikirin û dîsa şîn û tazîye girêdidan. Birînên wan dîsa vedibûn, lê ji rewşa nezanîyê jî rizgar dibûn. Lewra yek ji nexweştirîn û kûrtirîn birînên Enfalê jî ewe, ku gelek caran malbat nizanin, çi li serê endamên wan yên, serî lê wendakirî hatîye, bi çi rêyan hatine kuştin û li ku hatine kuştin yan...
Em ji goristanê derketin û ji rêyên tijî ava genî ra, berbi nava bajêr ve çûn û dîsa ketne nav jîyana “îro” ya Kerkûk. Dîsa li her cihê Alên Kurdî li ber bayê govend girtibûn û dîsa hejarî belengazî û şerpezeyîya nav kolanan derketin pêşîya me...
Lê mirov rast bêje, ku piştê dîtina gorên bi komel, Ala Kurdistan li esmanê Kerkûk rengeke din bi xwe girtibûn...
Rengên wê hêj xurttir û mena wê hêj bilindtir bibû...
Em ketin nav bajêr û hatine pêş “çayxaneyek”. Çayxane cihek biçûk, ku ji 4 – 6 kesan bêtir tê da cih nedibû û derve jî 4 – 5 kes rûniştibûn. Li ser pirsa me gotin, ku eva “Çayxana Hesîr” e. Ez lê zivirîm, ku nav û dengîya “Çayxana Hesîr” bibînim... lêê ... Belê min navê “Çayxana Hesîr” ji Internetê bîhîstibû û min wa dizanî, ku cihek, mezin, rind, bi komputere û wek dîwanxaneyek kar dike... lê bi rastî jî ez devken bûm, ji ber ku “Çayxana Hesîr”, çawan me got cihek pir biçûk û ne pir pak û ne jî xweşbû, lê bi rastî jî KURDANE bû. Li ser pencerên wê, wêne û belavokên rêxistinên Kurdan hatibû dardaxistin. Di nîvekê da wêneya Mele Mustafa Barzanî û li herdû alîyê wî jî Mam Celal û Kek Mesud cihên xwe girtibûn û li jêr wan jî posterekî Partîya Zehmetkêşan hatibû dardakirin. Eva jî li Kerkûk gelek nedihat berbiçavkirin.
Heta em hatin Kerkûk, li wan cihên me dîtibûn, mirov dikare bêje, ku hemû navên firoşgeh, dikan, kargeh, nivîsîngehan û htd. bi kurdî hatibûn nivîsandin. Lê li Kerkûk, bi giştî bi Erebî bû û li vir û li wê, yek yek kurdî derketibû. Lê em bêjin çi !.. niha destpêkiribû û tenê dikarîya baştir û bêhtir bibûya û pêşdatir biçûya ...
Paşî em derbazê bazara sergirtî bûn û li wê bû cara yekan, ku peyv û axaftinên bi Turkmenî jî, li ber guhê me ketin. Xuya bû, di vê bazarê da wek gelek bazarên din li Kerkûk da, bi taybetî Kurd û Turkmen “bihevra (pêkve) kardikirin”. Em ji wê derketin nav bazara servekirî û ew wêne li wê jî berdewam bû. Erebî jî car carê hebû lê ji wan kêmtir. Ji ber ku bazar di destên Kurd û Turkan da bû, lê dezgehên fermî/resmîyên rejîma Sedam jî, di destên Ereb û heta cihek jî Turkmenan da bûn.
Ji nav bazarê, em ber bi taxên Kurdan ve diçûn, ku me dengê stranên Kurdî bîhîst û me dît, ku wek rûniştinxaneyek/çayxaneyek “Koşka Elî Merdan” di baxçekokek biçûk, lê şîrîn da vebûye û ew koşke, ku berdewam stran û awazên Kurdî, bi rêya bilindgoyan/hoparlor bi ser bazarê da deng vediden. Ez dilxweşbûm, lewra eva jî nîşana wî bû, ku Kurd mecal bibîne, zû bi zû dikare dîsa pişta xwe rast ke û tiştên ji dest dane, dîsa ji nû ve ava bike. Kerkûk hinde hatîye herifandin û dejenere kirin – hem ji alîyê rejîm û dardesteyên wê ve û hem jî ji alîyê Turkmen û rasteser dewleta Tirk ve, da bes nirx, nîşane û heyîyên Kurdî tê da nemîne û Kurd rojek ji rojan nekarin bêjin, “KERKÛK BAJARÊ ME, BAJARÊ KURDÎ YE”.
Kurdan li salên 1970 – 74 jî nîşan dabûn, ku bes rê ji wan ra hebe, bes mecal bidenê, dikare di nav 4 – 5 salan da bingeha kultur, perwerde, dîrok û nirxên jêrxanî(bingehî, esasî, altyapi) û serxanî (sergehî, ûstyapî) rêk bixe û bixe ser rûyê axê.
Tiştek din jî me li ba Koşkê dît, ku hingê wî xweş bû; li ber sênca/dîwara hewşa Koşkê, xortek pirtûk/kitab û kovarên xwe bi dîwarê ve dardakiribû û ewên mayî jî li ser zemînê/erdê raxistibû û difrot. Di nav wan da gelek pirtûk û kovarên Kurdî jî berbiçavbûn.
Paşî me serek li Malbenda Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan (YNK) da, ku di avayîyakî mezinê, ji rejîma berê bidestxistî da hatibû damezirîn. Di wê demê da serokê Malbenda wan yê Kerkûk Celal Cewher bû, ku niha wek niwênerê Mam Celal, peywendîyên li gel Rusya, Çîn û hd. (hindek din) bi rê ve dibe (Paşî bû yek ji damezirênerê Goran).
Li ser pirsîyarên me Celal Cewher xuya kir, ku “niha hatîye destnîşankirin, ku % 42 ji rûniştîvanên bajarê Kerkûk piranî Kurdin û yên din jî, ji Ereb, Turkmen, Aşûrî/Keldanî û ed. pêk tê. Hêvîyek mezin heye, ku çareserîya pirsgirêkên bajarê Kerkûk li gor berjewendîyên kurdan rêk bikeve”.
Lê me gelek cihan bîhîst, ku gotin û gotinok (spekulasyon) li ser dahatû ya Kerkûk gelekin û wek nimûne yek ji wan jî ewe, ku ji ber demografîya (rewşa rûniştîvanan) multîetnik (pir-etnîkî) û têkilhevê (etnîkî, olî, mezhebî, dîrokî, ramanî û htd.), Amerîkî dixwazin desthilatên taybet li Musil û Kerkûk ava biken, ku bi desthilatên navendî yan herêmî ve neyên girêdan.
Li gor zanîn û bawerîya min, ev ne “rê”ya çareserîyê ye ji bo aramî, hêminî û îstiqrara wan herdû bajaran. Vajî ve, ji ber ku kêşe û pirsgirêk nayêne çareserkirin û di ser da jî, gelek birîn û dijberîyên dîrokî, etnîkî, aborî, civakî, olî û htd. xurttir, kûrtir û tîjtir dibin û li cihê, ku civakek aram hêmin bê avakirin, civakek, ku ji agir û barut pêkhatîye tê amadekirin. Ji alîyê din ve jî, heta ku rewş weha derxûma (qapax) guman û nezanî yê bi ser da be, dê her kes û grup – û piştîvanên wan yên derve – herdem lê bixebitin, ku cih, hêz, nifûz û gotina xwe berfirehtir biken û bi ser yên din bixînin. Rê û çare ewe, ku:
1- Herkesên, ku ji ber guherana demografîya bajêr û herêm jê hatîye dûrxistin, yan li wê hatîye cîwarkirin, divê bigerin bo şûn û warên xwe yên rasteqîne yên berê. Bi kêmasî, divê xelkê, wek nimûne, ji Kerkûk û dorhêla wê hatîye derxistin, bigerin ser şûn û warên xwe.
2- Kerkûk bajarek Kurdî û Kurdistanî ye. Divê ev wek rastîyek bibe bingeha rêxistina dahatûyê bajêr û navçê û grupên din yên etnîkî, olî, ramanî û htd. jî, li ser vî bingehê, mafên wan bi rêya yasa/qanûn bên misoger/garantî kirin.
3- Kerkûk û Musil, bikevin jêr desthilata cografî û qanûnî ya Herêma Kurdistan, ku bi qanûn û mentalîta dil- û bîrfirehî, hêdî hêdî hevrayî û bawermendî û biratîyê bihûne. Dema ew mantalîte (eqlîyet) hat û cihê xwe girt jî, êdî ne gelek girînge, ka serokê Parêzgehê (walî) yan jî serokê bajarvanîyê (beledîye), ji çi grupê yan etnîsîtê ye. Ji vî ra ez dikarim rewşa îro yî PDK û YNK wek nimûne bidem. Di rojên berê da, ku alîgirên wan herdû rêxistinan navên hevdû bilêvdikirin, ji bo wan ne girîng bû, ka rastin, jîrin yan şaşin, çewtin. Ew xayînbûn û êdî hew... Lê niha, ewê me dît yek ji wan mezintirîn hêvîyan li ba me ava kirin; Rexnên wan li ser hevdû wek du partîyên her welatekî din e, ku “ew partî rê çênekirîye”, “endamên partîya din hingê ji xwe û malbata xwe ra diken, ji bo bajêr naken”, “Eger desthilata vî bajarî destê me da bûya, dê me bêtir kar û kargeh ava bikirîya” “filankes birêveberek nejêhatîye” yan “bêvankes mirovek jîrek û dilsoze” û htd.
Li wan herêm/bajaran jî, ku bawerî hat avakirin, yasa/qanun rola xwe dît, cihê desthilatê xuyabû û herkes bi berpirsîyarîya xwe rabû û rewşa aborîya xelk bilind û bi bawerî bû... Eva dikare di roja îro da xeyal bê, lê bi rastî jî dikare û divê bibe rastîya welatê me. Lewra em çi biken û çawan biken, em - li hemû beşên Kurdistan da – nikarin ji rastîya xwe birevin, çavên xwe li rastîyên welatê xwe bigrin, ku gelek etnîsîte, ol, mezhep, awa û reng di welatê me da cihgirin û em nikarin hema her kesên, ku ne Kurde ji Kurdistan bavêjin. Em jî dizanin, ku Ereb, Turk, Ecem, Aşûr, Ermenî, Suryanî, File, ez çi zanim “72 millet”... li Kurdistan dijîn û me karîye bi piranî, di dirêjayîya dîrokê da, jîyanek bi hevra avabiken û hevdû bipejirînin û rêza cidayîyên hevdû bigrin... Di gelek stran û çîrokên kevnên Kurdan da heye, ku ev netewe, kêmayetî, grup û ol bihevra bûne û peywendîyên wan jî bihevra û li ser bingehên rêzlihevgirtinê bûye. Ji ber wî jî, em bêgavin, ku bîr û mejîyê xwe bi firehî veken û van cidayîyan wek keskesora jîyanê, wek dewlemendî bibînin – wek tirkan tengebîr û tengemejî nebin...
Bixwîne:Geştname: Ber bi Bayê Azadîyê ve -1-
Bixwîne:Geştname: Li Ber Bayê Azadîyê -2 -
Bixwîne: Geştname:-Zankoya (Unîversîta) Silêmanî -3-
Bixwîne: Geştname:4 - Kerkûk, Dilê Birîndar ê Kurdistanê - Hozan Bengi
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin