Geştname: Li Ber Bayê Azadîyê -2 -
.
Hozan Bengi
Em li derveyê bajarê Qesrêşîrîn ji "xetê" derbaz bûn û – piştê ku me têra xwe toza kamyon û kamyonetan xwar, em gehîştine baregeha hêzên Kurdî.
Çendîn taksî û minibusên ji Kurdistana Azad, çaverêdikirin, ku em jî karên xwe xelas biken û yek ji wan bi kirê bigrin. Ji me ra hat gotin, ku divê em li ba "kontrola sînor", pasaportên xwe nîşan biden û belgeyek werbigrin, da em bikarin bê problem ji hemû kontrolan derbaz bin. Ew belge ji me ra hem wek pênaseyeke û hem jî vîze ya Kurdistanê ye.
Ji nişka ve hat bîra min, ku em dîsa wek 20 û nizam çend sal berê, hatibûne herêmek, ku hêj di bin karîgerîya şerên tund û hişk da bû.
Wê demê şer, di navbera çend alîyan da bi rê ve diçû. Ji alîyek ve şerekî giran di navbera herdû dewletên Îran û Îraq de hebû. Ji alîyek din ve, Kurdan ji bo bidestxistina azadîya xwe, li dijê Îran şer dikirin û ji alîyê sisêyan ve jî, Kurdan li dijê Îraqê, agirê şerê azadîyê dagirsandibûn.
Vê carê jî Kurd, hêj di şerê xwe yê li dijê Îraqê da berdewambûn û bi ser da jî, Amerîka û Ingiltere bi çendîn dehan hezar leşker ve, ketibûne şerê li dijê rejîma dîktatorîya Seddam. Bi vî awayê jî, em nêzikê rastîya Kurdistan bûn. Raste, ku bi fermî şer nemabû, lê divê bê bîra mirov, ku ta 2 meh berê jî, van deran navenda bala hemû cîhanê bûn û li her derê herêm da, bombe û teqîn dihatin bîhîstin. Li gel wê jî, niha bi tu awayê, rêça vê nedihat bedîkirin (dîtin/berçavkirin).
Em bi peyatî gehîştin binkeya Pêşmergeyan/fermanberan û em li çaverêya dora xwe man, da biçin jûra karbidestan û hatina xwe û dema çûna xwe bi wan biden zanîn.
Germayek fetisok, bêxewî, birçîtî û têhnî me sist û pist kiribû, lê dîsa jî xweşîyek tê da hebû, ku em li benda "desthilatdarên Kurd" bûn. Dawîyê da em ketin hundir û me li gel du fermanberan (memur/muwezef) axift. Çend pirsîyar ji me kirin û zanîn, ku em ne yê tirsê ne û em jî "ji wan" nin, devken bûn û pêşwazîya wan nêziktir û gerimtir bû. Divê mirov wê bîne berçav, ku eva cara yekan bû, me bi fermî, karbidestên kurdî, bi navê desthilata kurd û Kurdistan û li Kurdistanek azad da didît. Piştê kuta kirina axaftinê, xêrhatina me kirin û bi germî silavên xwe ji "hevpîşeyên" xwe yên li Silêmanî ra birêkirin.
Piştê me karên xwe kuta kir, em li taksîya xwe suwar bûn û me berê xwe da Silêmanî...
Di rê da, li ser navçeya ku em tê ra derbaz dibûn, me ji şofêrê xwe – Kak Kawa - pirsan kir. Şofêrê me ji navçê bû, ji bajarê Kelar bû. Bi xwendinî û karê rojane, li bajarê Kelar mamosta bû, lê di demên vala da jî şofêrtî dikir. Kak Kawa ji me ra got, ku navçe derbazbûnê, navê wê "Perwêzxan" e, ku bi ser bajarê Kelar dikeve. Kelar bajêrekî Deşta Germîyan bû, ku navê wê bi çendîn qehremanîyên Pêşmergan ve hatibû xemilandin. Belê, Germîyan, navê wê jî li ser bû; germa li wê wisa fetisok bû, ku firnikê kepîyê mirov dişewitîya û hêlim ji ber çavên mirov hildida.
Em nêzikê Xaneqîn bûn, ku berê rizgarbûnê, ji alîyê rejîma kevin ve bi temamî hatibû "TE'RÎB" (Ereb) kirin. Lê niha dîsa bi hemû xemla xwe yê Kurdane ve, li nav neqşeya Kurdistan da, rengawreng diçirisîya. Lê em niha Xaneqîn berdin û li rêka xwe binêrin.
Ji ber ku rêya me hêj ber bi Xaneqîn ve nebû. Berê me, niha ber bi Silêmanî ve bû...
Em ji hindek gundan derbazbûn, bi navê Mehmu Qecer û Serqesil, ku ew jî berê rizgarkirinê, li jêr sîyaseta Te'rîb da, hatibûn bi Erebkirin, lê niha vala mabûn. Erebên "Te`rîbê, gundên Kurdan vala kiribûn û çûbûne warên xwe.
Me di rê da, refde refde, wek koçerên ba me, xelk û pez û dewarên wan didît. Kurd bi rêve bûn, da dîsa jî bêne ser axa bab kalên xwe. Hestekî gelek mezin bû, wek ku mirov şahidîya tiştekî mezin bike.
Em ji gundek derbaz dibûn, bi navê Hurrîye, şofêrê me ji me ra got, ku ev gund niha jî gundê Ereban e. Kak Kawa da xuyan, ku tu kurdek dijberîya xwe nîşan van gundîyên Ereb nedaye, ji ber ku ev ne "Erebên Te'rîb" bûn, lê ji berê ve li Kurdistan bûne û ta niha jî, di dan û standinên wan û kurdan da, tu pirs nehatine pêş. Em ji gundê Baqubere jî derbaz bûn. Me bi heyecan li çarnikarê xwe dinêrîya û dixwest li ser hertiştê bipirsîya. Kek Kawa li ser dibistana, ku ew li wê kar dike diaxivî; "450 xwendevan hene. 3 dewam hene, ji ber ku xwendevan gelekin û di dibistanê da cih hindike, dibistanê xistine 3 dan: 1- ji 7.30 beyanî heta 10.30 pêşnîvro, 2- 10.30 pêşnîvro heta 13.30, û 3- 13.30 heta 16.30 paşnîvro... Em gehîştibûn Deşta Şarezûr, ku ji Germîyan hêniktir û hişînaya wê bêtir bû. Gir û çîyayên li Germîyan hema bêje rût û tût bûn, lê li Şarezûr mirov didît, ku germaya Germîyan li vir "şikestîye", bayê wê hêniktir bûye û çîya jî, dar û devîk û hişînayî bi xwe da berdane.
Piştê zilm û zordarîyên bê hempa û li dijê wan zilm û zorîyan, xebat û tekoşînên bê hempa, piştê sotandina hemû dar û devîk û her keskayîyek, ji alîyê dijminên hov û wehşî, niha dîsa dar û ber, li çîya û banan da hişîn dibûn. Bi Napalman wisa kiribûn, ku êdî hişînayî zîl nedida. Lê niha , wek hêvîyên gelê navçê, dîsa jîyan dest pê dikir.
Em rastê çem û co(ge)yan jî dihatin û em gehîştin Çemê Sîrwan. Sîrwan wek marê çêleçep dida xwe û digiha Bendava Derbendîxan û li wê, li pêş bendê dibû deryayek – xelkê navçê jê ra dibêjin "Behra Derbendîxan". Piştê bajarokê Derbendîxan û tunela bin çîyayê bilind û asê, çavên me bi deryaya Derbendîxan ket.
Bi daxwazîya ku xwe bavêjin nav "behrê" kela dilê min û Sultan rabibû, lê em westîyayîbûn, birçîbûn û bêxewbûn û ji wan jî girîngtir divîya em xwe bigehînin Silêmanî, peywendî li gel Kek Ehmed girê biden û otêlek destnîşan biken. Lewra jî me kela dilê xwe, di dilê xwe da hêşt heta carek din...
Bi vî awayê jî em gehîştin bajarê Silêmanî, ku xwedan navekî bilinde di dîroka Kurdistanê da. Cara yekan wek paytexta Mîrtîya Baban tê avakirin û ji wan rojan heta niha, bê rawestan rola xwe di dîroka niştimanî da leyîstîye. Silêmanî wek binkeya pêşketin, rûşenbîrî, xebat û tekoşîn, huner, çand û qehremanîyan tê nasîn. Ji ber wî jî dema em ji "şîpanekê" (derwaze) ve ketin hundirê bajêr, bi rastî jî dilê min "lê dida". Em (paşnîvro ya roja 14.06.2003) gehîştin nav bazara Silêmanî û me bi alîkarîya şofêrê xwe Kek Kawa, him di "Borsa" yê da perên xwe hûr kirin û him jî telefon vekir bo Kek Ehmedê Kerkûkî (Ehmed Ezîz), ku heta roja vegera me, ji me ra bû nêziktirîn heval û mezintirîn alîkar. Em hersê jî gelek spasîyên xwe arasteyê kek Ehmed û malbata wî diken.
Hozan - Ji Kurdistana Azad
Bixwîne: Geştname: Ber bi Bayê Azadîyê ve -1-
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin