Geştname:4 - Kerkûk, Dilê Birîndar ê Kurdistanê
Me daxwazîya lêborînê ji Mamosteyên Zankoyê xwest û bi wan da xuyakirin, ku em divîya ber bi Kerkûk ve bi rê ketana. Mamosteyên hêja û birêz dixwastin hemû heyî û tuneyîyên Zankoya Silêmanî, bi carek da nîşan me biden. Lê me serdanekî “gerokî” (turist) kiribû û ji vî pirtir jî di nav programa me da cih nedibû. Lê baş ji bo min xuya bû, ku divîya mirov ne tenê rojek û çend demjimêran, lê lêkolînek berfireh bikirya, da bikarîya nexşeya resurs û kêmasîyên zankoyê derbîne. Lewra eva cara yekan e, piştê dewra medreseyan, ku kurd bixwe perwerdeya bilindê xwe rêkdixin û derwazeyek mezin di rêya dahatûyê zanistê da vedikin. Me mal-avayî xwest û em yekser bi otomobîla malbata Kek Ehmed, bi birayê wî Kek Seywan li ser dîreksîyonê ber bi Kerkûk ve bi rê ketin.
Di rêyan da “kontrol” ên (çavdêrî) pêşmergan hebûn, bi taybetî jî di têketin û derketina gund, bajar û bajarokan da. Lê bi tu awayê nexweşî tê da tunebû, vajîve bi silav û nêrînên gerim mirov derbaz dikirin û hestê ewlekarîyê (emnahî/emnîyet) didan mirov. Bê bûyerek balkêş em gehîştin bajarokê Çemçemal, ku heta hilweşîna rejîma Seddam, sinor/hidudê Herêma Kurdistana Azad û herêmên jêrdestên rejîma Seddam pêkdianî. Çemçemal bixwe di dest pêşmerge da bû, lê hema gir û çîyayên pişt bajêr, di destê leşkerên rejîm da bûne. Ji ber wî jî, jîyana rojane ya xelkê Çemçemal, heta roja rizgarbûnê jî, çawan stûyên wan li jêr metirsîya Şûrê Demokles da bibe, wesa jîyane.
Gelek gerim bû û hevalên me, bi me dan zanîn, ku dê em biçin nav Çemçemal û li mala mirovek wan firavînê bixwun û heta nêzikê hênikayîyê li wê bin û paşî dîsa rêya Kerkûkê bigrin ber xwe. Me li mala Kak Şêxe firavîn xwar û em hindek li ser babetên rojane axivîn heta paşnîvro û em rêketin. Di rê da çi Kek Ehmed û çi Kek Seywan berdewam li ser cografya ya “nû” ya navçê diaxivîn. 2 – 3 km. piştê Çemçemal em gehîştin navçeyek, ku tijî bûn ji rêze-girên ne gelek bilind. Kek Ehmed xuya kir, ku li wan hemû giran da, ji alîyê hêzên rejîmve berdewam kemîn/dav/feq dihat danîn. Hemû hişînaya navçê, bi gîya, dar û devîkên xwe ve ew hinde caran hatibû sotandin, ku êdî tu hişînayî li wan giran nemabû. Bînin ber çavên xwe, ku mirov di nav sedan, hezaran girên rût û keçel ra dajo û rastê devîkek kesk jî nayê û ew jî sirûşta Kurdistanê ye!
Qerehencîr, di navbera Çemçemal û Kerkûk da, gundek avî û avadan bûye, lê ji alîyê rejîm ve hatîye valakirin û kavilkirin. Me dît, ku xelkê gund dîsa hindik hindik ketine nav gund û restorasyon û avakirin destpêkirîye û mirov dikare bêje, ku di nav salek, du salan da Qerehencîr dikare bibe bajarokekî navenda geşt û seyrana hemû navçê. Ji niha ve xwaringeh û rûniştinxane hatine avakirin û ava gund jî, di spehîkirinê da tê bikaranîn.
Em gehîştin Kerkûk...
Tenê kontrola Kurdan hebû û em bê rawestandin ketin hundirê bajêr. Dilê min bi gurme gurmek, zûtir lê dida û min didît, ku hevalên min jî wek min di heyecanê da bûn. Bala me û awirên me tîj bibûn û me li çarnikarê xwe dinêrîya DA KERKÛK, DILÊ KURDISTAN, QUDSA KURDISTANÊ BIBÎNIN. Em gelek neketin nav bajêr û me ajot ber derê malbata Kek Ehmed. Mal, ji du qat pêk dihat û li qata ser, zava û xuşka Ehmed û zarokên wan û li qata jêr jî birayê Kek Ehmed, Kek Muwefeq, xanima wî û zarokên wan dijîyan. Xanî di baxçeyek biçûk, lê spehî da, li taxa Îskan da nêzikê Goristana mezin a Kerkûkê bû.
Em derbazê jûrê bûn û bere bere me avek li xwe kir û me çaya xwe vexwar... lê em hemû dizanin, ku em li çaverêya derketina derve ne, da bi çavên serê xwe û bi rastî Kerkûk, “Dilê Kurdistan”, “Te,rîb”, Turkmen, Kela Kerkûk, Babagurgur, Çayxana Hesîr, Petrol, ... û ... Kerkûk bibînin.
Em ji mal derketin û me ber bi bajêr ve ajot. Min videocam ji kuleka (pencere) Mercedes ê ve derxistibû û dixwest her dîmen/îmaj, tişt û bûyerekî tê de tomarkem (qeyd/tescil). Em ji goristanekî gelek mezin derbazbûn (min bîr kir, ku divîya ez li ser vê goristanê bipirsim) û ketin nav bajêr û me bi heyecan li dor û berên xwe nihêrî, da imajan (intîba,image) bigrin;
Me Kela Kerkûkê dît... Nêzikê cihê me bû û me tiştek taybetî lê ne dît. Gelek xuyabû, tu spehî/rindkirin, avakirin, parastin û nûjenkirin li Kela Kerkûkê nehatibûn kirin. Otomobîla me ber bi pêş ve çû û geşbûnek mezin di nav çavên me da teqî û di nav dilê me da wek “gulek” vebû û hem qirêjîya bajêr û hem jî, pir paşvemayîya xanî, avayî û firoşgahên bajêr ji bîra me bir: Li her alîyê, li gelek cihan, li ser banê xanî, avahî, froşgah, nivîsîngeh (buro), dîwar, dîrek û bilindahîyan da ALA RENGIN A KURDISTANÊ BI HEMÛ RINDÎ Û ŞENGÎYA XWE VE LI BER BAYÊ AZADÎYÊ, GOVENDA AZADÎYÊ GIRTIBÛ.
Kek Ehmed û Kek Seywan bi germî xuyakirin, ku ev fenomênekî taybet bi Kerkûk e û piştê rizgarkirina Kerkûk, ji xwe da (spontan), ji alîyê Kurdên Kerkûk ve, wek manîfestoyek (helwest, mewqif), dest pê kirîye û niha jî bûye wek adet û her Kurdek dixwaze Ala xwe ya Kurdî bilind bike. Eva jî, di serî da, bûye sedema hindek nexweşîyan, taybetî jî li gel Turkmenan. Lê wesa dîyarbû, ku niha hêdî hêdî bûye adet û hatîye pejirandin (!?). Lewra Turkmenan, – bi alîkarîya hêzên çekdarên Amerîkî – li çend cihan alê daxistibûn jêr jî, lê Kurdan dîsa Ala xwe li ba xistibûn.
Tiştek din bala me kêşa, ku gelek xanî û avahî ji alîyê xortên Kurdan ve hatibûn destbiserkirin. Ev xanî û avahî, ji leşker, kevne BAESî, karmendên rejîma Sedam û alîgirên wan da mabûn û baş xuya bû, ku van xortan rind nedizanîna, dê ji bo çi bi kar bînin û çawan. Lê baş dizanîn, ku vala bimînin dê bikarîna ji alîyê nêyarên Kurdan ve bên bikaranîn. Lewra jî, avahîyan dagîr girtibûn û navê klubekê Sport, gîmnastîk, çalakî û ww. (wek wan) li ser nivîsîbûn û Ala Kurdî jî, bi ser da bilind kiribûn û herdem çend kesek jî li wê dibû, da çavdêrîyê biken. Yek ji wan navê wê “Binkeya Dersîm, Bo Werziş û Lawan” (Binkeya Dersîm, Bo Sport û Ciwanan) bû.
Di gera me da li bajêr, me dît, ku bi rastî jî, cidayîyek mezin hebû, di navbera taxên Ereb/Turkmenan û Kurdan da. Wek reş û spî li ber çav bû, ku di taxên Kurdan da, tu “xizmetguzarîyên bajarvanîyê” (infrastructure) nehatîye pêkanîn. Di naverasta bajarê Kerkûkê da, ku yek ji bajarên here navdengê Petrolê ye li hemû cîhan da, rêyên taxên Kurdan, nehatibûn qîl kirin – rêyên wan ne asfalt bû û ji wî jî xirabtir, ava destşo û serşoyên malan jî, di nîveka rêyên kolanan da dirijîya û me bi çavên xwe dîtin, ku hemû zarokên taxê jî di nav wê ava genî û gemar da dileyîstin.
Ez ji Medya ya Kurdsitana Azad dizanim, ku hem bajarvanî (beledîye) û hem jî desthilatên Herêma Kurdistan li Hewlêr û Silêmanî, yek yek û bihevra, çend caran, kampanyayên pakî û paqijîyê li Kerkûk da li dar xistine. Lê ew gemar û pîsatî, û qirêjî û kêmasîyên me dîtin bi kampanyayek didûwan nayên çareserkrin. Divê hemû xizmetguzarîyên bajarvanîyê (infrastructure) bêne avakirin, rêkxistin û bi sîstematîk jî bêne bikaranîn. Tê gotin, ku cara yekê li serhildanên1991 û cara didûwan jî dema rizgarkirina Kerkûk di sala 2003 da, hemû makîne û amirên infrastructura bajarvanîya Kerkûk hatine wendakirin. Kî birîye, kuda birîye, çi lê hatîye… kes nizane. Lê balkêşe, ku ew makînên pakkirin û barkêşana bajarvanîya Kerkûk, dikarin “wenda” bibin. Lewra ewane, ne makîne û erebeyên asayî ne (normal), ku mirov di rêya zevî, yan jî di nav bajêr da bikar bihîne…
Bajarê Kerkûk bi kendalekî dûr û dirêj û bi firehîyek 100 – 200 metrî ve, ji hev par ve kirîye. Bi ser da çendîn pir hene, ku herdû alîyan bi hev ve girê diden. Xuyaye, ku ev malçala av, yan jî çemek bûye, di dem û zemanan da. Ew av, yan çem çi lê hatîye, kûve çûye ?... me tu bersîv negirt. Di çalê da, hindek cihan gol gol av kom bibû, her çend pîsî û qirêjî pê ve xuya bû û bêhna genî jî jê dihat, lê mirov didît, ku hemû gol tijîne bi zarokên, ku tê da avjenîyê dikirin. Hêvîya hemû ew kesên me li gel axaft ew bû, ku desthilata nû, av ji Dokan birijîne vî çalê û dîsa bajarê Kerkûk zindî bike.
Em berbi AGIRÊ BABAGURGUR ve çûn û me hindek wêneyên wî agirê kêşa, ku ji alîyek ve bi rastîjî hestekî mezin yê sirûştê (xweza, tebîet) dida mirov. Kes nizane ji berîya çi û kîjan dîrokê ve – Ma kî dizane ! Dibe ku Zerdeşt jî, Yezdan li nav vî agirê da dîtibû û Avesta jî li pêş vî agirê nivîsîbû ! - heta niha vêketibû û tim û her dagirsayî bû û mezinî û jîyandarîya bajarê Kerkûkê, ku hema bostek li jêr zemîn da çaverêya hişyarkirinê mabû, bi mirov dida xuyakirin. Ji alîyê din ve jî mirov didît, ku şev û roj duman û tenîyek reş li ser esmanê bajêr da dagirtîbû. Ez nizanim, ka dê di dahatû da çi rêyek ji vê bargiranîya JÎNGE yî ra (environment, çevre) bê dîtin, lê dîyare, ku ev nikare tim weha berdewam bibe. Divê ew jî ji bîr neçe, ku AGIRÊ BABAGURGUR, her û her bawerîya kurdan gerim hêştîye û nehêştîye, ku ew bawerî vemire yan biçilmise. Bi kurtî, guman di wê da nîne, ku ev agir bûye inspirasyon/hestyarî (ilham) ji bo gelek helbestvan, hunermend, ronakbîr û htd. û di parastina hestê Kurdayetîyê da rolek berbiçav leyîstîye.
Di vegerê da, me dîsa tiştina dîtin, ku giryan li gewrîya mirov tijî dikirin; Li ser milê girek da, depo ya avê hatîye avakirin û hema hemû borîyên avê (borîyên ne-ziravin, nêzikê 10 – 20 cm bi ser axê ketibûn), ku av dikêşe nav bajêr, bi ser axê ra hatîye razandin û dîdar (menzere) û rewşekî ne-spehî, ne-rêk û ne-libar (ne-guncaw) radixe berçavên mirov. Ji mirov we ye, ku ev borîyane, ji bo çend rojan li ser axê hatine dirêjkirin, heta ku pêra bigehin û çal/binax biken. Lê rêberên me bi me dan zanîn, ku evana her tim weha bûne. Çi bê vîjdanîyek mezin... Di vî yek ji dewlemendtirîn bajarê dinyayê da, rêya wî bê qîl hêştine, borîyê mezin yên avê jî, bi ser axê ra gihandine nav bajêr û kanalîzasyona bajêr jî... erê, çalikên biçûkin li ser rêyên kolanan, ku bi azadî ava gemar û genî dirijîne û kes nizane li ku û bi ku ve dibe...
Ma kulên Kerkûkê hatin gotin...?
Hêj li ku ye...!
Cara bê: Geştname 5 -
Kerkûk, Gorên bi Komel
Bixwîne:Geştname: Ber bi Bayê Azadîyê ve -1-
Bixwîne:Geştname: Li Ber Bayê Azadîyê -2 -
Bixwînek: Geştname:-Zankoya (Unîversîta) Silêmanî -3-
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin